Polîsên Tirk bi bendan dor li Parka Koşûyolûyê girtin û destûr nedan dayikan ku Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosûn, Salîha Aydenîz û Semra Guzel jî bi wan re bûn ku bikevin nava parkê.
Ji ber astengiya polîsan dayikan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Parlamenter û rêveberên HDP'ê ji ber dorpêçiyê bi midûrên polîsan re hevdîtin kirin.
Parlamentera HDP'ê Semra Guzel diyar kir, mafê gel e ku xwepêşandan û meşê li dar bixe û destnîşan kir, destwerdana li dayikan êşkence ye.
Di encama hevdîtinê de destûr hate dayin ku xizmên girtiyan ber bi avahiya TUAY-DER'ê bimeşin.
Xizmên dayikan li ber avahiyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.