'Dayik êdî naxwazin darbestan bibînin'

Ji endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Havva Kiran têkildarî qanûna înfazê axivî û got, "Em naxwazin darbest ji girtîgehan derkevin. Divê girtî hemû bên berdan."

Bandora pandemiya vîrûsa koronayê ya li cîhanê dewam dike. Li Kurdistanê û Tirkiyeyê hejmara nexweşan heta doh 42 hezar û 282 kes, ya qurbaniyan jî 908 kes bû. Rewş roj bi roj nebaş dibe, lê metirsiya herî mezin li ser girtîgehan e. Nêzî 300 hezar girtî û hikumxwar li Tirkiyeyê girtî ne. Rejîma AKP-MHP'ê têkildarî mijarê bi pêşnûmeyekê guhertin di qanûna înfazê de kir, lê belê ji ber nêzîkatiya cihêkar bû sedema nerazîbûnan.

Ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Havva Kiran têkildarî pêwîstiya berdana girtiyên siyasî ji ANF'ê re axivî.

Kiran diyar kir ku pandemiya vîrûsa koronayê li cîhanê belav bûye, bûye sedema mirina bi deh hezaran mirovî û destnîşan kir, rîsk li ser bi deh hezaran girtiyên siyasî heye. Kiran diyar kir ku dayik êdî naxwazin darbest ji girtîgehan derkevin û got, "Çeteyên ku zerarê didin civakê, firoşkarên narkotîkê, diz wê bên berdan, lê belê yên ku ji ber nêrînên xwe hatine girtin wê neyên berdan. Ev ne tiştekî qebûlkirinê ye. Li Tirkiyeyê bi hezaran girtiyên nexweş û bi temen hene ku vîrûsa koronayê gefê li wan dixwe. Eger li Tirkiyeyê qala edalet, maf û hiqûqê tê kirin di vê mijarê de divê gav bê avêtin."

Kiran bang li rayedaran kir ku deriyên girtîgehan vekin û girtiyan hemûyan berdin.