'Daxwaza min di dilê milyonan mirovî de ye'

Leyla Guven 97 roj in di greva birçîbûnê de ye. Keça Guven Sabîha Temîzkan diyar kir ku dayika wê jê re gotiye, "Ez zanim ku daxwaza min di dilê bi milyonan mirovî de ye. Hêza xwe ji vê bawerî û mafdariyê digirim."

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 97 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Keça Guven Sabîha Temîzkan ku bi dayika xwe re dimîne, ji ANF'ê re qala rewşa tenduristiya wê kir.

Temîzkan bi bîr xist, çalakiya greva birçîbûnê ya dayika wê di roja 97'an de ye, lewma ew neçar in di mijara paqijiyê de gelekî hesas bin.

BI ZEHMETÎ DIAXIVE

Temîzkan anî ziman, di mijara serdan de jî ew gelekî hesas in û got, "Em nema dikarin ti serdanê qebûl bikin. Destpêkê gelek kes dihatin serdanê. Vê yekê moral dida dayika min. Me hewldan nebin asteng. Lê niha ji bo yên tên em maske didin. Her wiha destê xwe dezenfekte dikin. Me bi vî rengî hewl dida destpêkê serdanan qebûl bikin. Lê niha rewşa tenduristiyê ya dayika min rê nade ku mirov bên serdanê. Ji xwe bi alîkariya me dikare bimeşe û bi zehmetî diaxive. Rojên destpêkê ji ber hatina gelek kesan ji bo serdanê, gelekî ji hal ket. Piştî ku ji girtîgehê derket hîn bêhtir kîlo li xwe kêm kir. Dayika min nikare bi rêk û pêk razê. Em pê re me û timî kontrol dikim. Bi şev ji xwe nikare razê. Mîna mirovekî ji rêzê nikare bi xew ve biçe, ji nişka ve vediciniqe û hişyar dibe."

TANSIYON TIMÎ KÊM E, MASÛLKE DIHELIN

Temîzkan diyar kir, dayika wê sibehê saet 7'an hişyar dibe û got, "Naxwaze me hişyar bike. Lê belê dema em dibînin ku hişyar bûne, em jî radibin ser xwe. Saet 9'an, dest bi vexwarina avê dike. Piştre jî rojevê dişopîne. Rojnameya Yenî Yaşamê bi rêk û pêk tê malê. Em jê re gotaran û nûçeyan dixwînin. Car carna bi zehmetî hewl dide li televîzyonê temaşe bike, lê gelekî zehmet e. Ji ber ku ronahî tehdeyê lê dike û demeke dirêj nikare lê temaşe bike. Tevî vê yekê êş li masûlkeyên wê giran bûye, ji ber ku dihelin. Êşeke giran dikeve serê wê. Tansiyonê wê timî kêm e. Ji bo bêhnê jî gelekî hesas bûye. Ji xwe li malê bi ti awayî xwarin nayê çêkirin. Bêhna xwarina cîranan jî tê, lewma mîda wê aciz dike. Bêhneke kêm a parfûmê jî bandoreke bi heman rengî dike."

'NE DIYAR E BÊ KENGÎ ÇI BIBE'

Temîzkan ragihand, dayika wê di nava rojê de bi giranî dirêjkirî ye û wiha dewam kir: "Em hewl didin pê re sohbetê bikin, henekan pê re bikin. Moralê dayika min bilind e. Ti carî nabêje ku rewşa wê nebaş e. Dema em reaksiyonên li bedena wê neşopînin, dayika min di vê mijarê de tiştekî nabêje. Heta jê tê hewl dide xwe li pêşberî me bi hêz nîşan bide. Bi îradeyeke gelekî xurt li ber xwe dide. Lê ya rast, ev rewş gelekî dirêj dewam kir. Dayika min 55 salî û her roj hîn bêhtir ditirsim. Nediyar e bê kengî çi bibe. Gelekî bi tirs û fikar im ku di her kêliyê de tiştek dikare bi bedena wê bê."

'EZ HÊZA XWE JI MAFDARÎ Û BAWERIYA XWE DIGIRIM'

Temîzkan da xuyakirin, mirovên tên ber mala wan û piştgiriyê didin wan gelekî hêja ne û got, "Dayika min jî bi vî rengî difikire. Çend rojên destpêkê bi zehmetî jî be derdiket balkonê ji bo mirovan silav bike. Piştre nema karî derkeve û gelekî li ber vê dikeve. Qet nebe dixwaze silavekê bide, lê hêza wê têrê nake. Dayika min ji çalakiyên bi vî rengî yên piştgiriyê gelekî hêzê digire. Carna dema em jê re dibêjin, 'gelo ev piştgirî kêm e?' ew dibêje, 'Na. Ez bi vî rengî nabînim. Bi dîtina min piştgiriyeke baş heye. Dibe ku ev zêde bandorê li kolanan nake, lê daxwaza min di dilê bi milyonan mirovî de lê dide. Ez hêza xwe ji vê mafdarî û baweriyê digirim'. Dayika min vê berxwedana ku bi tena serê xwe dest pê kir, bi hevrêyên xwe didomîne. Hevalên li girtîgehan û Ewropayê pê re dest bi greva birçîbûnê kirine, hêz û moraleke mezin dide wê."

BI BIRYAR E KU BERXWEDANA XWE BIDOMÎNE

Temîzkan anî ziman ku dayika wê timî dibêje, "Mafê Ocalan e ku weke hikumxwarekî bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Ev yek mafekî destûra bingehîn e. Heta ku ev daxwaza min bê qebûlkirin, ez bi biryar im ku berxwedana xwe bidomînim."

'DIVÊ EM BIBIN DENGÊ VÊ TÊKOŞÎNÊ'

Temîzkan diyar kir, dayika wê ji ber rewşa tenduristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê yên li Hewlêr, Ewropa û deverên din bi fikar e û got, "Dayika min xwe ji vê meseleyê berpirsyar dibîne, lewma dixwaze tavilê bersiv ji daxwaza wê re bê dayin. Dayika min tevî ku bi zehmetî avê vedixwe, dîsa jî zorê dide xwe. Ji ber ku jiyan û sekna wê gelekî girîng e. Ji bo bersiv ji daxwaza wê re bê dayin, vê gelekî girîng dibîne. Lewma gelekî hewl dide. Em qala berxwedaneke bi vî rengî dikin. Divê em bibin dengê vê têkoşîna ji bo jiyanê. Pêwîste her kes vî dengî bilind bike."