‘Daxwaza me ya sereke û jêneger azadiya Ocalan e’

DBP û HDP’ê li Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin û gotin; “Azadiya Ocalan, ji bo atmosferek aştiyane û bi hizûr li Tirkiyeyê ava bibe, daxwaza me ya sereke û jêneger e.’

Li Amedê, rêxistinên navçeya Peyazê yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Rêveberê DBP’ê yê Navçeyê Mûsa Yûrtsever axivî, diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn her ku diçe kûrtir dibe, îfade kir ku hêzên gerdûnî dixwazin bi vî şerî herêmê ji nû ve dizayn bikin.

‘OCALAN NÛNERÊ AŞTIYÊ YE’

Yûrtsever, rewşa li herêm û welêt mîna ‘3. Şerê Cîhanê’ nirxand, diyark ir ku hikûmeta AKP’ê û Serokkomarê Tirk Tayîp Erdogan jî nûnerê şer in. Yûrtsever bal kişand ku bi konsepta şer re qedexeyên kolanan hat îlankirin, bal kişand li ser kuştinên li bajarên Kurdan û girtina siyasetmedarên Kurd û got; “Seraktorê Pêvajoya Çareseriyê Birêz Ocalan, dema hevdîtina bi birayê xwe Mehmet Ocalan, nêrîn, biryardariya xwe ya têkîldarî bidawîkirina vî şerî bi awayekî eşkere û zelal danî holê.”

Yûrtsever, destnîşan kir kul i dijî biryardariya çareseriyê ya Ocalan, şer hatiye kûrkirin, Ocalan di çareseriyê de bi israr e, lê ev jî bi tecrîdê tê bersivandin û ev gotin;

“AKP û MHP’e ji bo Ocalan bêbandor bikin hevkariyê dikin. Şer û qetlîamên îro encama tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Siberojeke ku civaka me dixwaze ji bo pêk were, divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin, malbat, parêzer û heyetên siyasî karibin wî bibînin û herî girîng jî bigihêje azadiya xwe.”

Yûrtsever bal kişand ku Ocalan li Tirkiyeyê garantiya aştiyê ye û wiha pê de çû; “Bi şîara ‘em tecrîdê bişkînin, siberojên azad ava bikin’ em wek Tevgera Siyasî ya Kurd, nûner, sazî, pêkhate û aştîxwazên vî welatî, gelê me, ji bo tecrîda bêwate, nepêwîst û xizmetê ji berjewendiyên gelê me re nake bê rakirin, Birêz Ocalan azadiya xwe bi dest bixe, li Tirkiyeyê atmosferek aştî û hizûrê saz bibe, daxwaza me ya sereke û jêneger e.”

Civîna çapemeniyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” û çepikan bi dawî bû.