Darsîn Amed: Apoyî li her deverê wê dagirkeran bişkînin

Darsîn Amed: Çawa ku hêzên Apoyî li Heftanînê armancên dijmin pûç kirin, wê li her derê jî dijmin pûç bikin û bi ser bikevin.

Yek ji gerîlayên YJA STAR'ê Darsîn Amed ku niha li Qadên Parastina Medya di nav berxwedanê de ye, nêrînên xwe yên derbarê berxwedana hevrêyên xwe yên di Cenga Heftanînê de li hemberî dagirkeriyê têdikoşin anî ziman. Gerîla Darsîn wiha qala berxwedana gerîla kir: "Dema ku dewleta Tirk operasyona xwe ya dagirkeriyê li ser Heftanîn dest pê kir, dixwest ku ku di nava çend rojan de Heftanînê bi giştî bigrin. Pişta xwe bi teknîkê ve germ kirin û şerekî bêpîvan kirin. Lê bi rastî berxwedana Cenga Heftanînê, berxwedana hevalên fedayî û qehreman ên şehîd nîşanî dijmin da ku standina Heftanînê ji bo wan xewn e!

'EM Ê BI NÛJENIYA GERÎLA BERSIV BIDIN'

Destpêkirina vê berxwedanê bi gotina 'ev der Heftanîn e!' çêbû. Vê gotinê ji aliyekî ve weke gerîla hêz da me. Ji aliyê din jî bû asteng ku dewleta dagirker negihêje armanca xwe. Hemû planên wan pûç derketin. Ji ber tiştê ku wan dixwestin pêk nehat, di pêvajoya berxwedanê de desteya ewlekariyê ya niştîmanî ya Tirk kom bû û li ser mijara Heftanîn gotubêj kir. Ji ber leşkerên wan reviyan, piskolojiya wan têk çû. Cerdevanên ku xistin dewrê jî, wan jî nikarîbû bi pêş ve biçin. Çi şêwaza ku danîn ber xwe pûç bû. Hat nîşandan ku ditengijin. Ev jî bi wêrekiya hevalên me, hezkirina jiyanê û baweriya bi ramanên Rêber Apo pêk hat. Wan çiqas teknîk û taktîkên nû danîn ber xwe me gerîla jî taktîkên nûtir ku wan pûç bikin danî ber xwe.

'DIJMINÊ ME DIYAR E'

Niha em di şerekî giran ê cîhanî yê sêyemîn de ne. Dewleta dagirker ne tenê li çiya li bajaran jî li dijî gelê me rêbazên qirêj pêk tîne. Ji ber vê pêwîst e ciwanên Kurdistanê xwedî li pêngava azadiyê derkevin û cihê xwe bi hêz tê de bigrin. Dijminê me diyare û êdî her kes pêkanînên wan nas dike ji bo vê kî li kêlek dijmin biseknê wê ji bo me hedef be. Ev mijareke zelal e. Ji ber armanca me parastina gelê xwe ye.

'YEKBÛNA GEL Û GERÎLA DI ŞERÊ GERLÊ ŞOREŞGERÎ DE PÊKANE'

Li Kurdistanê zarokên Kurdan nikarin zarokatiya xwe bijîn, ev jî mijarek biêş e. Ciwan jî dema tê gotin bersivbûyîna pêvajoyê û xwînekî germ tê bîra mirov. Rêbertiya me dibêje 'me bi ciwana dest pêk kir, em ê bi ciwanan jî bi serkevin'. Pêwîst e her ciwanek vê yekê fêm bike.

Bi yekbûna gerîla û gel, gerîla û jin em ê bibin bersiv bidin vê pêvajoyê û tecrîda li ser Rêber Apo rakin. Azadiyeke hevgirtî ava bikin. Em dibêjin çawa ku hêzên Apoyî li Heftanînê armancên dijmin pûç kirin, wê hêzên Apoyî li her derê jî dijmin pûç bikin û bi ser bikevin. Wê berxwedan reya me ya jêneveger be."