'DAIŞ jî dewleta Tirk jî wê li hemberî Kurdan winda bikin'

Destpêkê çûn Kobanê, piştre jî berê xwe dan çiyayên azad. Sara Dogan û Delîl Welat pê bawerin, ku DAIŞ û dewleta Tirk wê li hemberî Kurdan winda bikin.

Şoreşa Rojava ji bo her kesî xwedî pênaseyeke cuda ye. Hin kes, ji ber ku jiyaneke azad û wekhev pêşkêş dike xwedî lê derdikeve, hin kes jî ji ber ku desthilatdariya wan dileqîne, jê bi hêrs e.

Xwediyên meşa şoreşê jî, ti astengiyan nas nakin û têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê didomînin.

Sara Dogan a ji Bakurê Kurdistanê û Delîl Welat ê ji Amûdê, ku ji bo tolê ji rûyê herî tarî yê dîroka mirovahiyê hilînin ewilî berê xwe dan Kobanê û piştre çûn çiyayên azad, ji ANF'ê re axivîn.

DOGAN: NEDIBÛ KU LÊ TEMAŞE BIKIM

Sara Dogan, bi gotina wê; 'dema ku keç û xortên dayikan diketin hembêz axê, dilê min ranedikir ku lê temaşe bikim' bi seferberiyê cihê xwe di nava şerê Kobanê de girt.

Sara Dogan got, "Bi min gelekî giran bû, ku min zanîbû gelek ciwanan ji bo Kobanê bijî, ken û rengê xwe feda kirine. Min ti ji wan nas nekiribû jî, nikarîbûm qebûl bikim ku êdî ewqas ciwan nînin. Ji ber vê yekê, bi seferberiyê re çûm Kobanê û min cihê xwe di nava berxwedanê de girt."

Dogan destnîşan kir, ku rûyekî şerê Kobanê berxwedaneke mezin bû û rûyê din jî şerê qirêj ê dewletan bû û bal kişand ser jin û zarokên hatin dihatin kuştin: "Ya herî giran jî, ev hemû li pêş çavên gelê me diqewimî. her kesî ev komkujî û hemû êrîş dîtin. Yekane sedema vê bêrehmiyê, plana qedandina gelê Kurd bû. Bi sedan salan hewl dan vê yekê bi rê û rêbazên cuda bikin û vê carê jî xwestin bi komkujiyê bikin. Lê bi ser neketin. Di serî de Tirkiye, hemû hêzên ku hesabê qedandina Kurdan kirin, pûç bûn. Ya ku ev dewlet pûç kir jî, kenê i ser rûyê ciwanên berxwedêr, baweriya di dilê wan de bû. Bi van dirûşman, Kobanê rizgar bû, mirov gihîştin cih û warên xwe û zarok êdî li welatekî azad dijîn.

Her kesên bi seferberiyê hatin, bi aliyê xwe yê herî fedayî tevlî vê berxwedanê bûn. Dijmin li pêşberî vê ruhê fedayî bi ser neket û bi gotina herî zelal; Kobanê neket nava lepên Erdogan. Piştre, ji bo hêviya azadiyê ya li Kurdistanê li hemû parçeyan belav bibe, min berê xwe da çiyayên azad."

'ERDOGAN WÊ NIKARIBE BERXWEDANÊ BIŞIKÎNE'

Dogan bibîr xist, ku hê jî êrîş li dijî Şoreşa Rojava hene, bi taybetî Erdogan bi roleke faşîst êrîş dike û ji van hemû hêzên dagirker û êrîşkar re got, "Kurd êdî jiyana berê qebûl nakin û ti carî dest ji vê axa ku bi xwînê qezenç kirine bernadin. Hûn ê nikaribin pêşî li dirûşmên wan, pêşî li berxwedana wan bigirin."

Dogan destnîşan kir, ku parêzvanên Şoreşa Rojava ji bo hemû Kurdên bi rûmet, namûs e û got, "Nabêjin ya axa min ya canê min. Ev gel dibêje; ez vî ruhê xwe ji bo axa min careke din dagir nebe, feda dikim. Di rewşeke bi vî rengî de ku berxwedaneke bi biryar heye, duh çawa ku li Kobanê têk çûn, îro jî wê li Efrînê têk biçin."

Dogan got, "Erdogan çi dike bila bike wê li pêşberî dirûşmên dayikan, berxwedana ciwanan nikaribe bi ser bikeve. Ruhê wan ê fedayî wê wan li dijî tank û topan jî bi ser bixîne." Dogan herî dawî bang li Kurdan û gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê kir û got, "Mîna dema Kobanê em vê carê jî li Efrînê li ber xwe bidin. Em Efrînê bi tenê nehêlin. Em bibin dewama ciwanên canfeda ku ji bo parasitna vê şoreşê li ber xwe dan û canê xwe feda kirin."

WELAT: DESTPÊKA ŞOREŞA KURDISTANÊ

Delîl Welat jî ji Amûdê ye. Ew jî mîna di heman dema Sara Dogan de cihê xwe li nava karên parastina şoreşê girt û di serî de Pêngava Şehîd Rûbar a ji bo vekirina korîdorê ji bo Kobanê ji Serêkaniyê dest pê kir, cihê xwe di nava gelek pêngavan de girt. Niha jî li çiyayên azad e.

Delîl Welat got, "19'ê Tîrmehê ji bo me rojeke bi coş, bi moral û kêfxweş bû. Piştî wê zilm û mêtingeriya giran, ev şoreş ne tenê ji bo Kurdan bû; ji bo hemû gelên Sûriyeyê bû hêvî. Bi projeya konfederalîzmê re Kurdan tevlîheviya li Sûriyeyê ji bo xwe kirin şoreş. Bi rêxistinbûna YPG'ê re ku hingî hejmara xwe gelekî kêm bû, roj bi roj mezin bû û me şoreşa xwe ya ku îro bûye hêviya Rojhilata Navîn parast. Gel jî sîstema ava kir. Komun, meclîs, kooperatîf... Li pêşberî vê şoreşa ku gel bi coşa wê dijiya, min jî xwe berpirsyar dît. Ji destpêkê min jî cihê xwe di nava hêzên parastinê YPG'ê de cih girt.  Ji ber ku ji destpêkê ve ev şoreş bû hedefa gelek hêz û dewletên derve. Parastina wê yek ji wezîfeyên herî pîroz bû. Dayikan, zarokan her kesî rahiştin çekê û taxa xwe parastin. Û bi demê re YPG û YPJ xurt bû.

Sala 2013'an DAIŞ ji nişka ve avêtin holê. Ev rêxistina ku pişta xwe dispêre TC, bû sedem ku li Rojava û Sûriyeyê êşên giran bên kişandin. Vê hêza ku li Tirkiyeyê hat perwerdekirin, birêxistinkirin û xwedîkirin, ji Kobanê heta Sirînê her der veguherand qada şer. di vê pêvajoyê de şoreşgerên ji hemû gelên cîhanê berê xwe dan şoreşê.

Di vê pêvajoyê de rizgarikirina Girê Spî pişta DAIŞ'ê şikand û kir ku şoreş xwe bigihîne gelê Ereb. Li her cihê ku YPG û YPJ'ê rizgar kir, gel li hemberî DAIŞ'ê bi hêrs bû û roj bi roj tevlîbûna li nava refên YPG û YPJ'ê zêde dibû. Damezrandina QSD'ê jî encameke hesreta gelan a ji bo vê şoreşê bû. Dibe ku QSD îspata herî berbiçav e, ku nîşan dide ev şoreş şoreşa neteweya demokratîk e.

Di bingeha êrîşên dijî Rojava de tirsa ji şoreşa neteweya demokratîk e, ku ev yek sîstemeke alternatîf e. Ev şoreş herî zêde bi zora dewleta Tirk çû. Li ser vê bingehê, ji 19'ê Tîrmehê roja destpêkirina şoreşê ve dest bi êrîşê kir. Niha jî êrîşî Efrînê dike. Berê bi destê van hêzên afirandî êrîş dikir. Niha bi awayekî vekirî êrîş dike. Lê me li Kobanê dît; ne pêkane ku bi ser bikeve. Ji ber ku êdî gelekî ku xwe bi rê ve dibe, şoreşa xwe diparêze heye. Beriya her tiştî Efrîn kantoneke welê ye ku bi erdnîgarî û gelê xwe amade ye xwe û şoreşê biparêze. Efrîn bi tecrûbeya ji Kobanê wergirtî, wê hê bi xurtî li ber xwe bide. Erdogan jî zane, ev şoreş destpêka şoreşa tevahiya Kurdistanê ye. Lewma êrîş dike, lê wê hêza wî têrê neke ku agirê vê şoreşê vemirîne."

'DIVÊ CIWANÊN KURD LI HER DEVERA BERXWEDANÊ AMADE BIN'

Welat qala tevlîbûna xwe li nava refên gerîla jî kir û got, "Min bi gelek ciwanên şoreşger re li heman çeperê cih girt. Hin jê niha şehîd in. Hin ji Bakur, hin ji Rojhilat, hin ji Başûr bûn. Sînor rakirin û bûn dengê Kobanê. Ez bawerim ev berxwedan wê ji bo Efrînê jî bê kirin. Coş, sekn û welatparêziya wan hevalan bandor li min kir. Min ji xwe re got; divê ez sekna wan esas bigirim û êdî weke ciwanekî Kurdistanî cihê xwe di nava berxwedana Bakur de bigirim. Ji ber vê yekê tevlî nava refên gerîla bûm, min berê xwe da çiyê.

Ez bawerim, berxwedan li ku be, wê ciwanên Kurd jî li wir bin."