Dagirkeran 90 caran ji hewayî û bejayî qadên gerîla bomberdûman kirin

Artêşa Tirk a dagirker êrîşî hêzên gerîla dike. Dagirkeran 2 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopteran, 65 caran bi tank, obus û çekên giran, 17 caran jî bi çekên qedexe û fosfor qadên gerîla bomberdûman kirine.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker bi hemû teknîka di destê xwe de bi fosfor û bombeyên qedexe êrîşî hêzên me yên ku rewşa xwe ya niha diparêzin, didomîne. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser esasê parastina rewa, bersiv da êrîşan. Herêmên ku hêzên me lê ne, 2 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopterên êrîşê, 65 caran bi tank, obus û çekên giran hatine bombekirin. Her wiha qadên berxwedanê yên gerîla 17 caran bi topên ku fosfor tê de bûn û bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

"Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:

Li herêma Zapê;

Dagirkerên ku roja 24’ê Sibatê saet 12.00’an de êrîşî çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda yê girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê kirin, rastî çalakiya hêzên me ya xweparastinê hatin û bi taktîkên sabotajê li dagirkeran hate xistin.

Di 24’ê Sibatê saet 10:00’an de dagirkerên ku êrîşî çeperên me yên berxwedanê yên li derdora herêma Çemço ya girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê kirin, hêzên me ji bo parastina xwe bikin bi çekên giran bersiv dan êrîşan.

Di 25’ê Sibatê saet 05:15’an de dagirkerên ku êrîşî çeperên me yên berxwedanê yên li derdora herêma Çemço ya girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê kirin, hêzên me ji bo parastina xwe bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Di 25’ê Sibatê saet 07:00’an de dagirkerên ku êrîşî çeperên me yên berxwedanê yên li derdora herêma Çemço ya girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê kirin, hêzên me ji bo xwe biparêzin bi taktîka sûîqestê li dagirkeran dan û li vir dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe;

Di 24’ê Sibatê de çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda yê girêdayî nehiya Şêladize ya navçeya Amediyê 17 caran bi topên fosforê û bombeyên qedexe ji aliyê tankan ve hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 24’ê Sibatê de qada Deşta Kafya ya Garê 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

Di 24’ê Sibatê de çeperên me yên berxwedanê yên li herêma Berxwedanê ya Kurojahro û yên li derdora herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê 6 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 24’ê Sibatê de çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî herêma Berxwedanê ya Girê FM’ê û herêma Çemço û gundê Sîda ya girêdayî nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê 65 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”