Parlamenter Dag: Dixwazin Kurdistanê bê mirov bihêlin

Parlamentera Amedê ya HDP'yî Dersim Dag diyar kir, armanca sereke ya dewletê talankirin û tinekirina xwezaya Kurdan e û got, dewlet dixwaze herêmê bê mirov bihêle.

Daristanên Kurdistanê cara yekemîn sala 1925'an di dema Serhildana Şêx Seîd de ji aliyê dewletê ve hatin şewitandin û bi Qanûna Şark Islahat re vê yekê di dema Komkujiya Dersimê de dewam kir. Sala 1990'î jî li hemû deverên Kurdisanê di bin polîtîkayên koçberiyê û wêrankirinê de daristanên Kurdisanê hatin şewitandin. Bi sedan gund hatin şewitandin û valakirin.

Daristanên li Kurdistanê her sal bi rêk û pêk tên şewitandin. Di vê havînê de şewata destpêkê li Licê, Dara Hênê, Cudî, Gabar, Herekol, Besta û li Dersimê rû da. Ji ber şewata ku hêzên dewletê bi xwe derxist, bi hezaran hektar qada daristanî şewitîn û hezaran zindiyên di nava daristanên Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan.

Têkîldarî şewata li Kurdistanê Parlamentera Amedê ya HDP'yî Dersim Dag ji ANF'ê re axivî.

'DARISTAN BI RÊK Û PÊK TÊ ŞEWITANDIN'

Dag da zanîn ku leşkerên dewleta Tirk bi hinceta 'operasyonên leşkerî' û 'herêmên qedexekirî' bi rêk û pêk daristanên Kurdistanê dişewitînin û got, "Destpêka vê havînê ewilî li Licê şewatê dest pê kir û li herêmên din ên Kurdistanê dewam kir. Berî bi 20 rojan li herêma Alîbogazi ya navçeya Xozat a  Dersimê ji ber topbaran û bombebarana helîkopter û balafirên şer ên dewleta Tirk şewat derketibû. Bi hewana welatiyan ev şewat hatibû vemirandin. Lê piştî rojan leşkerên Tirk herêmek din a Dersimê dan ber agir û şewat hîn jî didome. Dema mijar dibe daristanên Kurdistanê dewlet bêdeng dibe û derfetên xwe ji bo daristanên Kurdistanê bi kar nîne."

'DIXWAZIN DERSIMÊ BÊ MIROV BIHÊLIN'

Dag anî ziman ku dewlet dijminatiya xwe li dijî Kurdan û xwezaya Kurdisanê didomîne û wiha pê daket: "Dewlet çawa dijminatiyê li Kurdan dike, dixwaze xwezaya Kurdistanê jî tine bikin. Divê dewlet dest ji vê polîtîkaya xwa ya dijiminatiyê berde. Çawa ku dewletê sala 1998'an xwest Dersimê bê mirov bihêle û çanda wê tine bike, niha jî dixwaze xwezaya Dersimê tine bike. Ne tenê dijminê ziman û çand me ye, di heman demê de dijminê xwezaya me ye. Heta dawiyê em ê li dijî polîtîkayê pişaftin û qirkirinê yên dewletê rawestin. Em ê nehêlin dewlet çand û xwezaya me tine bike. Kesên ku dibêjin em ji xwezayê hez dikin û xwezaparêzin divê deng bidin Dersimê û li ber şewata li Kurdistanê rabin."

'FAŞÎZMA SALÊN 1990'Î Û 2018'AN WEKE HEV E'

Dag bal kişand li ser polîtîkayên dewletê yên salên 1990'î û got, "Salên 1990'î dewletê gund û navçeyên Kurdistanê dişewitandin û gel neçarî koçberiyê dikir. Di nava malan de mirov û sewal bi zindî dişewitandin. Îro jî dewlet heman polîtîkayê dimeşine û dixwaze Kurdistanê bê mirov bihêle. Hişmendiya dewletê ya salên 1990'î û 2018'an heman hişmendiye. Faşîzma dewletê di asta herî bilind de li dijî Kurdan û xwezaya Kurdistanê dewam dike. Em ê jî li hemberî vê faşîzmê têkoşîna xwe bidomînin."