Dadgeriya Tirk biryar da ku rojnamevan Kîbriye Evren dîl bimîne

Di rûniştina doza rojnamevan Kîbriye Evren de ku di greva birçîbûnê de ye, dadgeriya Tirk biryar da ku 'dîl' bimîne.

Rojnamevan Kîbriye Evren ku dîlgirtî ye li dijî tecrîda li Îmraliyê 143 roj in di greva birçîbûnê de ye. Rûniştina 5'emîn a doza li Kîbriye Evren hatiye vekirin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Parêzerên Kîbriye Evren û rojnamevan tevlî rûniştinê bûn.

Parêzer Resûl Tamûr diyar kir, di dosyayên heman rengî de rojnamevan hatine berdan û daxwaza berdana muwekîla xwe kir.

Parêzer Pîrozhan Karali jî bi bîr xist, ku Kîbriye Evren 10 meh in girtî ye û got, "Rojnamevaniya mûxalîf nayê wateya endametiya rêxistinê."

Heyeta dadgeha Tirk bi îdîaya "wesfê sûc, rewşa heyî ya delîlan û gumana xurt a sûc" biryar da ku Kîbriye Evren girtî bimîne û rûniştin ji bo 18'ê Tîrmehê taloq kir.