Dadgeriya Tirk biryar da ku Kişanak û Tûncel girtî bimînin

Dadgeriya Tirk biryar da ku siyasetmedarên Kurd Gultan Kişanak û Sebahat Tûncel dîlgirtî bimînin.

Cezayê girtîgehê yê ku li Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel hatibû birîn, jia liyê îstînafê ve hate xerakirin. Ji ber vê yekê jî darizandinê ji nû ve dest pê kir. Rûniştina 4'emîn îro li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê wê pêk bihata. Lê belê ji ber şewba vîrûsa koronayê pêk nehat. Heyeta dadgehê dosya lêkolîn kir û li ser vê yekê biryar da.

Parêzeran diyar kirin ku nexweşiyên kronîk bi Kişanak re hene û di dema şewbê de girtîhiştina Tûncel û Kişanak wê bibe metirsî li ser jiyana wan. Parêzeran diyar kirin ku girtîbûn êdî veguheriye cezakirinê.

Heyeta demkî ya dadgehê daxwaza parêzeran red kir û biryar da ku her du siyasetmedarên Kurd girtî bimînin. Rûniştin ji bo 29'ê Gulanê hate taloqkirin.