Dadgeriya dewleta Tirk biryar da ku Mizrakli girtî bimîne

Dadgeriya dewleta Tirk biryar da ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli girtî bimîne.

Danişîna duyemîn a doza Hevşardarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm li şûna wî tayîn kirin û ji wezîfeyê hate dûrxistin li Dadgeha Amedê hate lidarxistin. Mizrakli bi rêya sîstema dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û parêzerên Mizrakli Zûlal Erdogan, Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin û Muhsîn Bîlal di danişînê de amade bûn.

Balkêş bû ku polîsan jî danişîn şopand.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, şandeyan ji kesên biyanî pêk dihat, akademîsyen, rewşenbîr û siyasetmedaran doz şopandin.

Dozger biryara xwe eşkere kir û xwest Mizrakli girtî bê darizandin.

Mizrakli û parêzerên wî li dijî biryara dozger dem xwestin.

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin li ber biryara dozgeriyê rabû û got: "Em nikarin li vir qala hiqûqê bikin. Divê birêz Mizrakli demildest were berdan. Ji bo girtinê hincet nîne. Em bang li we dikin nebin şirîkê vî sûcî. Li vir sûcek heye. Delîlên derqanûnî hatine komkirin hene. Miwekîlê me ji ber sedemên dijqanûnî girtî tê darizandin. Bi şertê kontrola edlî be jî divê were berdan."

Mizrakli jî li dijî biryara dozger axivî û wiha got: "Ez bi biryarek berê hatiye dayîn girtî me. Beşdariya bi SEGBÎS’ê li dijî hiqûqê ye. Ez li vir eşkere dikim ku ez ê carek din bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê nebim. Ez têkildarî biryara dewama girtina xwe gotinên xwe dawî dibêjim. Ev dozek ku ji ber sedemên siyasî ye hatiye vekirin û ez ji ber van sedemên siyasî girtî me."

Piştî navbera hat dayîn, dadgehê biryar da ku Mizrakli girtî bimîne û danişînê taloqî 9’ê Adarê kir.