Cûdî: Êrişên dagirkeriyê dewama komployê ne

Ji fermandarên YJA Starê Laleşîn Cûdî destnîşan kir, êrişa li ser Bakurê Sûriyeyê dewama komploya 15'ê Sibatê ye.

Ji fermandarên YJA Starê Laleşîn Cûdî komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî nirxand.

Cûdî diyar kir ku di komploya 15'ê Sibatê de bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hewl dan ku civakan bixin nava xefikeke mezin û got, "Bi taybetî xwestin ku di navbera gelên Kurd û Tirk de tevlîheviyê, rageşiyê çê bikin, şer derxînin û bi hev bidin tinekirin. Bi vê yekê re xwestin rê li ber şerekî ku li tevahiya herêmê belav bûye vekin. Hêzên kapîtalîst û emperyalîst, xwestin di navbera civakan de şer derxîne, bi vî rengî sîstema xwe bidomînin."

'YÊN MÎNA RÊBER APO HEZAR SALÎ CAREKÊ TÊN'

Laleşîn Cûdî got, "Demekê digotin 'me Kurd qedandin' yan jî 'beton li ser Kurdan rijandin'. Bi rêya vê komployê xwestin ku Kurdan li serdema sed sal berê vegerînin. Sedema wê jî ew e ku demên ku Rêber derdikevin kêm in, zû bi zû nayên. Mirovên mîna Rêber Apo hezar salî carekê tên. Lewma hêviya gelê Kurd û gelên din ên ji bo Rêber Apo di asta herî bilind de bûn. Rêber Apo bi nêrînên xwe civak hemû, gelên bindest û mirovahî hembêz dikir. Bêguman ev hêz negihîştin armancên bi dîlgirtina Rêbertî danîn pêşiya xwe. Ji ber ku Rêber Apo bi guhertina paradîgmayê, bi parêznameyên xwe komplo pûç kir. Ev paradîgmaya nû êdî ji gelê Kurd jî debas kir û tevî Rojhilata Navîn gerdûnî bû."

Ji fermandarên YJA Starê Laleşîn Cûdî diyar kir ku êrişên di 9'ê Sibata 2019'an de li dijî Rojava dest pê kirin, êrişek li dijî felsefe, fikir û sîstema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Eger li cihekî Kurd û Kurdistan hebe, yan jî civakîbûn hebe, eger civak bi hev re di nava wekheviyê de bin û li dijî hev nebin, ev yek metirsiyeke ji bo sîstema mêtinger. Sîstema ku Rêber Apo ava kir li dijî sîstema kapîtalîst ku niha li cîhanê serdest e sîstemeke alternatîf e. Çavkaniya êrişên niha li dijî Bakur, Başûr û Rojava tên kirin, ev nêzîkatî ye. Ev êriş êrişên qirkirinê ne. Êrişên ji bo qirkirin û tinekirina Kurdan e. Êrişên ji bo wê yekê ne ku Rojhilata Navîn bixin nava kaosê. Ji ber vê yekê di serî de Kurd divê gelên Rojhilata Navîn û dinyayê hemû li ber hêzên komploger rabin û li ber xwe bidin."