Ciwanên Mêrdînê li dijî êrîşan bang kirin

Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Mêrdînê diyar kirin, zext û êrîşên qeyûm herî zêde li dijî jin û ciwanan tên kirin û bang li ciwanan kirin ku dakevin qadan.

Endama Meclîsa Ciwanan Buşra Koyûn ji ANF'ê re axivî û diyar kir, li dijî qeyûman li Mêrdînê jî berxwedan didome. Buşra Koyûn bi bîr xist, tayînkirina qeyûm êrîşeke li dijî jinan, ciwanan û destketiyên Kurdan û got, "Qeyûm domkirina polîtîkaya çanda tecawizê ya desthilatdariyê ye."

Buşra Koyûn li dijî vê yekê bang li jinan û ciwanan kir ku dakevin qadan û got, "Jin û ciwan pêşengên civakan e. Her tim di berxwedanê de li refên herî pêş in. Em bang dikin ku dakevin qadan. Ev yek dikare bi çalakiya dengderxistinê pêk were, dikare bi tilîliyan. Dema ku kolan qedexe kirin em çalakiyên xwe ji paceyên xwe, ji banên xaniyan bidomînin. Em bang li ciwanan hemûyan dikin ku li dijî êrîşa desthilatdariyê û polîtîkaya wan a li dijî jin û ciwanan dakevin qadan."

Endamê Meclîsa Ciwanan Hamza Yildirim jî polîtîkayên dejenerekirina ciwanan a qeyûmên beriya niha bi bîr xist û got, "Cara duyemîn qeyûm li Mêrdînê tayîn kirin. Em zanin ku qeyûm çi ye. Beriya qeyûmên destpêkê şaredariyên HDP'î ji bo ciwanan gelek qad afirandibûn. Qadên çand, huner, perwerde û xurtkirina hişmendiyê hebûn. Bi tayînkirina qeyûm re êrîş li saziyan hemûyan hate kirin. Bi demê re nava wan vala kirin û tine kirin."

Yildirim diyar kir ku bi zanebûn ciwan xistin nava fûhûş û narkotîkê û got, "Qadên ku ciwan çand û mîsyona xwe xurt bikin ji holê rakirin, deverên dejenerekirinê afirandin. Qeyûm bi taybetî êrîşî jin û ciwanên Kurd dikin. Em bang li ciwanan hemûyan dikin ku li refên pêş ên berxwedanê bin."