Ciwanên enternasyonalîst serdana Binêrê Qendîlê kirin

Komek ciwanên enternasyonalîst, bi armanca piştevaniya bi gelê Kurd re li dijî êrîşên dagirkeriyê, bi şiara “Bimeşe ji bo Kurdistanê“ serdana Binêrê Qendîlê kirin.

Komek ciwanên enternasyonalîst, bi armanca piştevaniya bi gelê Kurd re li dijî êrîşên dagirkeriyê, bi şiara “Bimeşe ji bo Kurdistanê“ serdana Binêrê Qendîlê kirin. Di çarçoveya serdanê de ciwan çûn Şaredariya Binarê Qendîlê û cihê komkujiya Zergelê û bîrdariya şehîdên Binarê Qendîlê. Ciwanan li vê derê piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd re anî ziman û da zanîn ku welatên cîhanê li ber êrîş, dagirkerî û bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk ve bêdeng in.

'WELATÊN EWROPA HEVKARÊ VÎ ŞERÎ NE'

Ciwan piştre serdana welatiyên ku di demên cuda de di encama bombebaranên dewleta Tirk de birîndar bûne kir û pirsa rewşa wan kir. Piştre ciwan çûn cihê bombebarana şehîdên Zergeleyê û li vir daxuyanî dan çapmeniyê. Ciwanan di daxuyaniyê de anî ziman ku dewleta Tirk êrîş û dagirkeriya xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê didomîne û gotin: “Li Çiyayên Kurdistanê bi taybetî li Zap, Avaşîn û Metînayê şerekî mezin heye. Welatên Ewropa û Endamên NATO yên wek Elmanya, Fransa, Îtalya, Îspanya û welatên hevpeymanên siyasî, leşkerî û aborî yên Tirkiyeyê şirîkê vê şerî ne.“

SIYASETA NIJADPERESTÎ

Bi domdarî ciwanan diyar kir ku Ewropa pere dide Tirkiyeyê ji bo ku siyaseta nijadperestî û koçberiyê bike û wiha got: “Lê ev pere li kargehên çêkirina çekan ên li Ewropayê vedigere. Teknîka çekên modern ji Tirkiyeyê re tê şandin û ew çek jî li dijî hevalên me yên Kurd têne bikaranîn.”

'LI DIJÎ KURDAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKARTÎNIN'

Ciwanan bilêv kir ku hemû cîhan çavê xwe li êrîşan digre û bi van gotinan dawî kirin: “Li hember dagirkirina Kurdistanê bêdengî heye. Ev bêdengî rê dide Erdogan ku sucên şer bike. Hemû cîhan çavên xwe ji van êrîşan re digire. Em vê durûtiya nijadperest û emperyalîst şermezar dikin ku sucên şer ên wek bikaranîna çekên kîmyewî dikin. Erdogan û Sedam bi kirinên xwe pir dişibin hedu.“

Daxuyanî bi dirûşmeyên piştevaniyê bi dawî bû.