Ciwanên Binarê Qendîlê: Em amade ne tevlî Seferberiya Heftanînê bibin

Ciwanên Binarê Qendîlê bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ragihandin û diyar kirin ku ew amade ne tevlî Pêngava Seferberiya Heftanînê bibin.

Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jin ên Ciwan ên Têkoşer, di 30 Hezîranê de li Qendîlê di bin şîara, "Ji Bo Kurdistanek Azad û Serbixwe Faşîzmê û Dagirkeriyê BIRÛXÎNE" Pêngava Seferberiya Heftanînê îlan kiribû. Piştî daxuyaniya Pêngava Seferberiya Heftanîn, Jin ên Ciwan ên Têkoşer ragihandibû ku wan dest bi kampanya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên Tirk ji xaka Başûrê Kurdistanê kirine.

Di vê çarçoveyê de Ciwanên Binarê Qendîlê jî, bi daxuyaniyek helwesta xwe li hember dagirkeriya dewleta Tirk û amadebûna xwe ya ji bo tevlîbûna li Pêngava Seferberiya Heftanînê ragihand.

Daxuyanî ji alî Endamê Ciwanên Welatparêz Bihêz Feqe ve hat xwendin.

Daxuyanî wihaye:

"Em wek Ciwanên Binarê Qendîl, êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Qendîl û Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Û em diyar dikin ku êrîşên wan cihê qebûlkirinê nîne. Bi êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk jiyana li Qendîl û li ser sînor pir zehmet bûye.

Dewleta Tirk a dagirker diyar dike ku bingeh û baregehên PKK heye, em bombardiman dikin. Lê armanca wan dagirkirina Başurê Kurdistanê û mirovên medenî ne. Di êrîşên xwe de ne PKK'yî ne medenî ji hev cûda nake, êrîşê her derî û her kesî dike. Di demên dawî de bi êrîşên xwe ve ev pir vekirî diyar dike.

Em wek Ciwanên Binarê Qendîl, em tevlî kampanyaya ji bo derxistina leşkerên Tirk a ji xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê dibin.

Di heman demê ew Pêngava Seferberiya Heftanîn ku hatibû îlan kirin, diyar dikin ku bi hemû hêz û baweriya xwe her tiştê ku pêwîst bike li hember dagirkeriya Tirk li Heftanînê were kirin, em amade ne."