Ciwanên Başûr li dijî êrîşan banga ketin tevgerê kir

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer têkildarî êrîşa li Zînî Wartê û Mexmûrê daxuyaniyek da. Ciwanan got: “PDK ketiye nava xiyanetê.”

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer li ser êrîşê ev got: “PDK’ê li hember Tevgera Azadiya Kurdistan û gelê Kurdistanê bi dewleta Tirk a dagirker re di nav îxaneteke pir mezin de ye. PDK di dîroka xwe de heta roja me ya îro bi dijminên gelê Kurd û Kurdistanê ketiye nava hevpariyê û li hember Kurd şer kiriye û xwe firotî ye.”

Daxuyanî wiha ye: “PDK’ê li hember Tevgera Azadiya Kurdistan û gelê Kurdistanê bi dewleta Tirk a dagirker re di nav îxaneteke pir mezin de ye. PDK di dîroka xwe de heta roja me ya îro bi dijminên gelê Kurd û Kurdistanê ketiye nava hevpariyê û li hember Kurd şer kiriye û xwe firotî ye. Îro jî PDK’ê fermana dewleta Tirk a dagirker çûye Zînî Wertê û li hember Tevgera Azadiya Kurdistanê bi dijminê Kurdan re bûye yek. PDK’ê di çarçoveya planên qirêj yê dagirkeriya Tirk berê xwe daye Zînî Wertê û ketiye nava îxaneteke mezin. PDK’ê li Zînî Wertê cihê gerîla keşif kiriye û agahî daye dewleta Tirk a dagirker. Piştî wî jî herêm ji alî balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye bombebarankirin.

Bi fermana dewleta Tirk a dagirker PDK ev 9 mehe li ser kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ambargo daniye. Bi ambargo PDK rûyên xwe yên îxanetê dîsa derxistiye holê. Mexmûr ji alî balafirên bê mirov yê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye bombebaran kirin. Gelên me şehîd ketiye. Dîsa bomberankirina Zînî Wertê dide diyar kirin ku ev planekî berfirehe û PDK’ê têde dîsa rola îxanetê girtiye.

Îxaneta PDK’ê li hember gelê Kurd û Kurdistanê her ku li Mexmûr û Zînî Wertê derketibe jî temînata gelê Kurd û Kurdistanê gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye. Gerîla li hember îxanet û dagirkeriyê li her devera Kurdistanê berxwe dide. Gerîla hebû û temînata gel û welat e. Divê di serî ciwanên Başurê Kurdistanê û hemû ciwan û gelê me bizanibe.

Eger PDK’ê dawî li kiryarên xwe yên îxanetê neyîne ji bo em layîqî vê xaka pîroz bibin em ê erka ku dikeve ser milê dawî li anîna îxanetê û dagirkeriyê li Kurdistanê pêk bînin. Em soz didin wê îxanet û dagirkerî wê ti car li ser xaka Kurdistanê nikare bi kêf û xweşî bimîne. Em ê nehêlin ku li Kurdistanê de yek hênase jî bigirin.

Di serî de bang li hemû ciwan û jinên ciwanên Başûrê Kurdistanê û hemû Kurdistanê dikin ku li hember îxanet û dagirkeriyê helwesta xwe dayîne û xwedî li Kurdistanê derbikevin. Hûn li ku derêbin û çi ji destê we tê li derê pêk bînin.”