Ciwanên Şengalê komplo şermezar kirin

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) bi daxuyaniyeke çapemeniyê komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir. Ciwanan gotin, "Serî hildin, li ber xwe bidin, faşîzmê têk bibin û bi Rêbertî re azad bijîn."

Jinên Ciwan ên Êzidî yên li Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî di salvegera 21'ê de şermezar kirin.

Daxuyaniya çapemeniyê li Bexçeyê Rêbertî yê li Şengalê pêk hat.

Bi navê jin ên ciwan Avesta Xabûr daxuyanî xwend û destpêkê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan.

Xabûr diyar kir, bi komploya navneteweyî xwestin hebûn û îradeya gelê Kurd û gelan tine bikin û got, "Çawa ku di dîrokê da her pêşengên serhildanê Kurdan hatine qetilkirin wekî Şex Seîd û Seîd Riza îro jî di şexsê Rêber Apo de dixwazin vê yekê dubare bikin."

Xabûr destnîşan kir ku komplo bi tecrîdê û êrîşên giran ên li dijî civakê hatiye dijwarkirin û got, "Rêbertî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan têdikoşe."

Xabûr diyar kir ku bi fikrên Ocalan ew ji qirkirina sala 2014'an hatin rizgarkirin û bi vî fikrî hebûna xwe didomînin.

Xabûr got, "Ji ber vê yekê em xwedî li fikrê Rêbertî, derbikevin û xwedî li nasname xwe derbikevin.

Banga me li hemû jinên Ciwanên Êzîdî ew e ku li dijî komploya navdewletî serî hildin, li ber xwe bidin, faşîzme têk bibin û bi Rêbertî re azad bîjîn."