Ciwanê 14 salî pirtûka ‘Esir Dunyalar’ nivîsî

Yek ji nivîskarê herî biçûk ê Kurd Firat Ozdemîr ê 14 salî ye. Ji 7 saliya xwe ve helbest û stranên rapê dinivîse. Ozdemîr ê ku pirtûka yekem çap kir û li 7’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê bi xwîneran re hate ba hev.

Yek ji nivîskarê herî biçûk ê Kurd Firat Ozdemîr ê 14 salî ye. Ozdemîr, ji 7 saliya xwe ve helbest û stranên rapê dinivîse. Ozdemîr ê ku pirtûka xwe ya yekem çap kir li 7’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê bi xwîneran re hate ba hev. Ozdemîr di sala 2005’an de li Êlihê hatiye dinê. Di sala 2002’an de malbata Ozdemîr ji gundê Siya (Baglica) yê Misirc (Kurtalan) ya Sêrtê koçî Êlihê kirine. Ozdemîr, ji malbatek nivîskar û welatparêz e. Ozdemîr, xwendekarê dibistana Amadeyî ya pola 1’ê ye. Ozdemîr, di temenê xwe yê 14 salî de pirtûka bi navê “Esîr Dunyalar’ çap kir û niha jî amadekariya tomarkirina stranên rapê dike. Nivîskarê ciwan Firat Ozdemîr, 40 stranên rapê nivîsandiye û bi dehan helbest jî nivîsandiye. Hêjayî gotinê ye ku Ozdemîr, di dema çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin jî helbest nivîsand. 

'BI VÊ PIRTÛKÊ DIXWAZIM KU CIVAK BIKEVE NAVA NÎQAŞÊ'

Ozdemîr da zanîn ku di sala 2012’an de dest bi nivîsandinê kiriye û wiha got: “Ez ji 7 saliya xwe ve stranên rapê û helbestan dinivîsim. Bavê min nivîskar e. Çawa min dest pê kir nayê bîra min, lê nivîs û helbest nivîsandin ji bo min hezkirin û tarza jiyanê ye. Tu carê min nedixwest bi pêlîstankan bilîzim. Her demê min dixwest bi bavê xwe re mijaran binirxînim. cîhana me dibin dorpêçê de ye. Ji ber ku cîhan di dorpêçê de ye em jî girtîne. Cara ewil min nivîsek nivîsî û nîşanî bavê xwe da, bavê min nivîs eciband û vê yekê jî hêz da min. Vê hêzê jî berê min da nivîsandinê. Bi nivîsandina vê pirtûkê ez dixwazim mirov fikrên min jî bixwînin. Ji ber ku her ku diçe dor li mirovan tê girtin û divê di her alî mirov di ramanê de azad be. Daxwaza min ya sereke ew ku mirov li ser fikrên min û pirtûka min nîqaş bikin. Bi vê pirtûkê ez diwazim civak bikeve nava nîqaş û nirxandinekê.” 

‘AZADÎ LI SER VÊ AXÊ TUNEYE’

Ozdemîr destnîşan kir ku di pirtûka xwe de hestên xwe anîn e ziman û ev tişt got:“Di pirtûka min de gelek hestên cuda hene. Min dixwest cara ewil pirtûkek ya derûnasiyê derbixim. Lê belê piştre min biryara xwe guheran û min got, çima hestên cuda cuda di pirtûkê de tunebin. Ez di pirtûkê de bang li hemû ferdên civakê dikim. Her kes dê hestên xwe di vê pirtûkê de bibîne. Ji ber ku ez qala mirovan û jiyanê dikim. Di pirtûkê de ez mirovan dinirxînim û xeletiyan tînim li ser ziman. Divê berî her tiştî civaka me ji vê cihana girtîgehê derkeve û ramanên xwe azad bike. Min di pirtûkê de jî aniye ziman, tu carê azadî nîne. Em evîndarên azadiyê ne. Li ser rûyê vê axê hêz diaxive. Ji ber ku hêz diaxive ramanên azad û jiyana wekhev hatiye girtin. Tenê hebûnek azad heye li ser rûyê cîhanê û ew jî xwedê bi xwe ye. Sîstema ku em dijîn, civak hînî rehetiyê kiriye. Divê zehmetiyên civakê bên kişandin û civak ji vê rehetiyê azad bibe. Dibe ku her kes di cîhana xwe ya xeyalî de azad be. Lê di rastiyê her mirov dîleke.”

‘MIROV DIŞIBIN CÎHANÊ’

Ozdemîr bilêv kir ku her mirov bi xwe cîhaneke û wiha axaftina xwe dawî kir: “Di pirtûka xwe de min mirov şibandiye cîhanê. Di rastiyê de jî her mirovek cîhaneke. Hemû taybetmendiyên mirovan dişibe cîhanê. Lê belê îro cîhana me dîl e. Ez dixwazim ji pirtûka xwe çend mînakan bidim, ‘Hezkirin û bawerî di dilê me de. Mirov di bîranên me de. Guneh û xêr di destê me de. Serkeftin di destê me de. Roj di romanên me de. Stêrk di kenê rûyê me de. Biyolojî sînga me. Fîzik ruhê me. Civak baweriya me. Şeytan jî di mejiyê me de. Li gorî min em bi cîhanê re hevsengin. Ez hêvî dikim ev pirtûk sûd bide civakê û kesên di cîhana xeyalan de ne.”