Ciwanan li Amed û Wanê çalakî kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jin ên Ciwan ên Şoreşger, li Amed û Wanê çalakî kirin.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên wan û yên Tevgera Jin ên Ciwan ên Şoreşger li taxa Fatîhê ya navçeya Baglarê ya Amedê li dijî deverên ku madeyên narkotîkê lê dihatin bikaranîn û firotin çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "29'ê Nîsanê saet 20:00, li taxa Fatîhê ya navçeya Baglarê ya Amedê, yekîneyên me yên Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçer li deverên ku tespît kirin bi fîşekên hewayî û bombeya deng çalakî kirin."

LI WANÊ MEŞ

Tevgerê diyar kir, Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zîlan Roj li navçeya Xaçortê ya Wanê ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê û rojiya mirinê, meşeke bi meşale pêk aniye.