Li ser serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi pêşengiya jinan sê meh in dewam dike, Endama Koordînasyona Komalgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Ciwana Sine ji ANF'ê re axivî.
Li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî, bi pêşengtiya jinan serhildanê dest pê kir û ev sê meh in didome. Jinên Rojhilat û Îranê çi dixwazin?
Daxwaza jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxwazeke bîrdozî, siyasî, mejî, çandî û pir rengên cuda ye. Serhildana ku bi pêşengiya jinan tê kirin şeqameke li pergala mutleq a Welayeta Feqîh e. Pergala yekdest a Welayeta Feqîh 43 sal in mejiyê zayendîperest, Îslamger û nijadperest li ser civakê ferz dike. Desthilata yekdest ji aliyê siyasî, civakî, aborî û ji her awayî ve jinê bêstatu dihêle. Rakirina vê tarîtiyê daxwaza herî bingehîn a jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye.
Dema ku mirovan ji bo jiyanê; girtin, mirin û sêdare da ber çavên xwe, hingî ev yek dilsoziyeke mezin a bi jiyanê ye. Jiyaneke ku hêja ye; giyan jî di ber de bê fedakirin. Bêguman ev gera li jiyaneke azad e. Guhertina esasî di pênaseya jiyan û azadî de li wê serhildanê diyar bû. Yanî daxwaz û lêgerîn ne pêkanîna reform û tawîzê ye. Ya tê xwestin guhertina paradîgmadîk e. Bêguman di asta navneteweyî de tundiya li dijî jinê û têkoşîna jinê ya li hemberî tundiyê gelekî zêde bûye. Lewma jin li ku jî bin derê wan yek e, dikarin têkoşîneke hevbeş bimeşînin. Yanî ji bo têkoşînê cih û dem ne girîng e. Ev jî bû sedem ku jinên Îranê bi têkoşîneke hevpar rabin.
Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê çi wateyê?
Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ji bo me jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê her wiha ji bo tevahiya civakê tê wateya nûbûnê. Jin mîna sira jiyanê ye, ku ev sir di bin siya mejiyê zilam de hatiye fetisandin û windakirin. Jin ji hemû qadên jiyanê hatiye dûrxistin. Dema jin lewaz dimîne, civak jî lewaz dibe. Bi irxên manewî hatine lawazkirin, azadî weke azadiya ferdî hatiye pênasekirin. Ji bo sererastkirina van hemûyan pêwîst e veger li cewherê bê kirin. Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' vê rastiyê li nava xwe dihewîne û rêya rast a têkoşîna wê diyar dike. Eger jin li qada jiyana xwe rasteqîniya xwe îfade bike, wê civak jî vegere xwezaya xwe. Bi vî rengî wê azadiya kolektîf a civakî misoger bibe.
Yek ji taktîkên desthilatdariya Îranê ev bû ku her tim civakê bi nakokiyên zayendî, neteweyî, çandî, bawerî û çînatiyê mijûl bike, krîzan giran bike û bi vî rengî temenê xwe dirêj bike. Ev nakokî û dûrketina ji hev ji malbatê û di têkiliyên jin û mêr de dest pê dike. Ji têkiliyeke demokratîk zêdetir pêwendiyeke desthilatdariyê ye. Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' xwedî wê taybetmendiyê ye ku van nakokî û dûrketina ji hev ji holê rake. Mîna ku em dibînin, hemû pêkhate li qadê ne û li hebûn û wateya jiyanê digerin. Zilam jî li çeperan li kêleka jinê li civakîbûnê digere. Îran yek ji wan welatan e ku herî zêde zilam xwe lê dikuje. Di sala 2021'î de bîlançoya xwekuştina zilam 2.3 zêdetir ji ya jinan bû. Ev jî nîşan dide ku ne tenê jin, her wiha zilam jî qurbanî ye. Ji peydakirina rêyeke rizgariyê ne tenê jin, her wiha civak bi temamî berpirsyar e. Weke ku Rêber Apo di parêznameya 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' de diyar dike, 'Mesele ne jiyan e, mesele jiyaneke rast e. Di gel ku me nekarî rast bijîn jî girîngtirîn mijar ew e ku her tim lê bigerin û rêviyê rêya wê bin'. Hemû civak dixwaze di vê rêwîstiyê de reng û dengê xwe diyar bike.
Li cîhanê hinek ji bo bûyerên li Îranê û Rojhilat sibêjin 'Serhildan' e, hinek jî dibêjin 'Şoreş' e. Gelo hûn çawa pênase dikin?
Pêvajoya heyî hem serhildan e, hem jî şoreş e. Ji ber ku civakê li ber polîtîkaya desthilatdariyê ya jinkujiyê, serî hilda. Di heman demê de bi vê serhildanê re gelek guhertinên bingehîn çêbûn. Ji diyarkirina daxwazên civakê heta bi dirûşman, ji dengê şeqamê heta pirrengbûna çalakiyan, ji xwedîderketina li şehîdan heta bi yekgirtina neteweyan, nûbûnê di mejî û aso de diyar dike. Ev yek bi xwe gerandin û afirandina felsefeya ji bo jiyanê ye. Yanî ev jî şoreş e. Civak di wê baweriyê de ye ku guhertina destê desthilatdariyê ne çareserî ye. Lêgerîna li çareseriya di bin siya netewe dewletê de marîfeteke siyasî nîne û civak naxwaze xwe bispêre vî mejî. Ji xwe ev di wateya şoreşê de ye.
Gelo dibe ku ev serhildan were perçiqandin? Ji aliyê neyînî ve ev yek wê rê li ber çi veke?
Desthilatdariya Îranê di vê asta berxwedanê û xwedîderketina gelên cîhanê de ne li benda şoreşeke bi vî rengî bû. Lewma gelekî tirsiya. Vê tirsa xelasbûna temenê xwe weke şerekî derûnî li ser civakê ferz dike. Rûyê xwe yê zalimane pirtir nîşan dide. Ji ber vê yekê jî di vê demê de navendên herî çalak ên serhildanê Kurdistan û Belûcistan e. Desthilatdarî bi milîtarîzekirina bajaran, girtin û sêdarê dixwaze dengê azadiyê yê civakê qut bike. Li hemberî vê yekê jî divê civak li rê û rêbazên nû bigere û bi felsefeya 'Berxwedan Jiyan e' şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' bixemilîne. Bêguman parastina destketiyên her şoreşê bi berxwedan û biryardariya li ser serketinê dibe. Em dibînin ku civak jî bi sekna xwe ji desthilatdariyê re dibêje 'tu nikare bi sêdareyê temenê xwe dirêj bike'. Ev jî nîşan dide ku civak ti carî li pêvajoya beriya serhildanê venagere. Çiqasî êrîş bike jî bi bilindkirin û berfirehkirina şoreşê bersiv tê dayin.
Serhildan bi serê xwe têrê dike ku desthilatî ber bi guhertine ve bibe? Ev îsyana heyî wê di nava pergalê de guhertinên çawa çêbike? Ji bo ev serhildan derbasî qonaxeke nû were kirin, rê li ber guhertin û veguhertinê veke çi pêwîst in?
Bêguman serhildan yek ji faktorên esaî ye ku dikare di nava pergalê de guhertinan çêbike. Bi helwesta raya giştî ya cîhanê, zextên hêzên derve û pêkanînên siyasî, aborî û leşkerî re herçend hin gavên lîberal bi desthilatdariyê hatibin avêtin jî ji bo zext û darvekirinê rawestînin, têrker nîne.
Şoreşê 3 meh li pey xwe hişt. Di vê pêvajoyê de berdêlên giran hatin dayin. Bi sedan şehîd hatin dayin, bi hezaran kes hatin girtin û gelek jî birîndar bûn. Helwesta ku malbatên şehîdan li ser cenazeyan nîşan dan, soza serketinê ye. Vê îradebûn û xwebûnê tirs xiste nava desthilatdariya Îranê. Xala ku pêwîst e gelên Îranê û hemû pêkhate pê bawer bin, mezinkirin û xurtkirina vê berxwedanê ye. Di serî de jin, ciwan, dayikên aştiyê, mamosteyên ayînî, xwendekar, hunermend, rêxistin û çalakvanên mafên mirovan, partî û eniyên siyasî li welat û her çar beşên Kurdistanê divê bi xurtkirina eniyên hevbeş, dengê şoreşê bilindtir bikin.
Ji bo gihandina şoreşa gelan a bi encamê, divê jin bi eniyên hevbeş û yekgirtî biafirînin. Bi têkoşîna hevbeş her qadên jiyanê bi rêxistin bikin. Jinên rêxistinkirî civaka rêxistinî ye. Civaka rêxistinkirî jî neteweya demokratîk e. Peyama şoreşê jî ev e.