Ciwan berê xwe didin nava refên gerîla

Di demekê de ku êrîşên qirker û dagirker ên li ser gelê Kurd dom dike de û tê gotin ku ciwan berê xwe nadin nava refên PKK’ê, ciwan berê xwe didin nava refên gerîla. Ciwanê Faris ê bi navê Nîvan tevlî nava refên gerîla bû.

Ciwanê ji Tehran ê Faris bi navê Navîn ê tevlî nava Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê bû, bi peyamekê sedemê tevlîbûna xwe vedibêje. Nîvan got: “Ez tevlî nava refên gerîla bûm û ev yek mezintirîn bûyere ku di jiyana min de qewimiye.”

Gerîla Nîvan bidomdarî got: “Ji ber bûyerên li Îran û bi taybet êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê, min biriyara xwe da û tevlî nava refên gerîlayên azadiyê bûm.”

Gerîla Nîvan bal kêşa ser navnetewîbûna Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê û wiha pêde çû: “Artêşa Azadîxwaza Kurdistanê tenê ji hêzên Kurd pêk nayê, ji ber ku ew artêşe xwedî taybetmendiyekî girîng e û ji artêşên din ên cîhanê pir cudatire. Li her çar aliyê cîhanê her kesekî ku xwedî ziman, nijad û neteweyekî cuda jî be û xwîna azadîxwaziyê di demarê wê/î de biherike dikare tevlî gerîla bibe.”

Her dawî jî gerîla Navîn ev peyam da: “Ez bang li hemû xwişk û birayên xwe yên li Îranê dikim ku tevlî me bibin. Daxwaza min ji gelên Îranê ew e ku propagandanê derew ên rejîma Îranê bawer nekin. Di nava gerîlayên Kurdistanê de azadî û rêzdarî heye. Li vê derê jiyanekî nû heye û mirov dikare têgeha vê baş fêhm û hest bike. Heke xwîna azadîxwaziyê di demarê we de diherike, em li benda xwişk û birayên xwe yên ne tenê ji Îranê ber ku hemû cîhanê ne.”