'Cezayê dîsîplînê nixumandina tecrîdê ye; divê deriyên Îmraliyê bên vekirin'

Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn destnîşan kir ku sîstema li Îmraliyê ji destpêkê ve sîstemeke cuda ye û got, pêkanîneke ku li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî ye.

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand. Keskîn anî ziman ku li Îmraliyê pêkanînên taybet tê meşandin û got, ji roja Ocalan birin Îmraliyê ve tecrîdê dest pê kiriye. 

'TIRKIYE LI DIJÎ HIQÛQA XWE TEV DIGERE'

Keskîn destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan ji roja ewil heta niha bi rêk û pêk dewam dike û got, "Dema Birêz Ocalan di encama komploya navdewletî de radestî Tirkiyeyê kirin ez yek ji parêzerên Birêz Ocalan bûm. Ez pêvajoya li Îmraliyê ji roja ewil heta niha ji nêz ve dişopînim. Li Girava Îmraliyê tecrîdek pir giran û pêkanînên taybet ku mînakên wê nînin, di dewrê de ye. Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê li gorî qanûnên Tirkiyeyê bi rê ve naçe. Ji roja Ocalan birine Îmraliyê ve tecrîdê dest pê kiriye. Li gorî demê pêvajoya tecrîdê tê guhertin. Tecrîd û îzolasyon rêbazeke êşkenceyê ye. Berî her tiştî weke parêzvanên mafên mirovan em li ber vê radbin. Mirov nikare bibêje tecrîd tenê li dijî Birêz Ocalan tê meşandin, di heman demê de tecrîd dibe sedema aloziya civakê û civak tê tecrîdkirin. Ji ber ku Birêz Ocalan Rêberê gelekî ye. Lewma tecrîd dibe sedema alozî û rageşiyên civakî."

'CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ HELWESTEKE SIYASÎ YE'

Keskîn bal kişand li ser cezayê dîsîplînê yê li dijî Ocalan û sê girtiyên din û got, "Cezayê dîsîplînê tê wateya girtîgeha di hundirê girtîgehê de. Bi cezayê dîsîplînê dixwazin weke her demê pêşî li hevdîtinê li gel malbat û parêzeran bigrin, ev formalîte ye. Dewlet dixwaze qilifekê ji bo tecrîdê bibîne û vê yekê jî bi cezayê dîsîplînê rewa dike. Ev cezayên dîsîplînê helwesteke siyasî ye û cihê wê di hiqûqê de tuneye. Divê dewlet dest ji vê bêhiqûqiya xwe berde û deriyê Îmraliyê ji malbat û parêzeran re veke."

'JI AŞTIYÊ ZIYAN ÇÊNABE'

Keskîn da zanîn ku dewlet bi tecrîdê polîtîkayên şer dixe dewrê û ev tişt got: "Ji dîroka komarê heta niha dewletê xwestiye pirsgirêka Kurd bi rêya şer çareser bike. Ji dîrokê heta niha bi polîtîkaya şer tiştek bi serneketiye. Li Tirkiyeyê sedema sereke ya krîza aboriyê jî şer e. Lê mixabin civak ne di vê ferqê de ye. Heke mîlyonek kes derkeve qadan û li dijî vî şerî derkeve, wê dawî li vê krîzê were. Pirsgirêka Kurd bi rêbazên şer nayê çareserkirin û berovajî vê yekê birînê kûr dike. Li Tirkiyê pêvajoyeke kurt a aştiyê hate meşandin. Di wê demê de bêhn hate ber civakê û gihişte aramiyê. Ji bo vê yekê ji aştiyê ziyan çênabe, ji şer ziyan çêdibe. Lewma em ê her tim polîtîkayên aştiyê biparêzin û pêk bînin."

'BI ÎMRALIYÊ CPT KETIYE KÊMAHIYÊ'

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn nerazîbûn nîşanî nêzîkatiyên CPT ên der barê Îmraliyê da û got, "Di serdema Îmraliyê de CPT ketiye kêmahiyek gelek mezin. Raporên CPT heta niha negiştiye raya giştî. Divê saziyên lêkolîna girtîgehan û CPT şandeyan bişînin Îmraliyê û girtîgehên din ê Tirkiyeyê."