Çeteyên PDK'ê Serokê Mala Êzidiyan revandin

Serokê Mala Êzidiyan a Şengalê Salih Adî Xetîf (50) dema ji bo karê malbatê diçû Sinûnê, ji aliyê çeteyên PDK’ê ve bi lêdanê hat revandin.

Serokê Mala Êzidiyan a Şengalê Salih Adî Xetîf (50) dema ji bo karê malbatê diçû Sinûnê, ji aliyê çeteyên PDK’ê ve bi lêdanê hat revandin.

Welatiyên ku diçûn Sinûnê û bûne şahidên bûyerê, têkildarî mijarê agahî dan. Welatiyan gotin wan bi çavên xwe dîtiye ku çeteyan li ser rêya Xanesor û Sinunê tirimpêla Serokê Mala Êzidiyan a Şengalê Salih Adî Xetîf ê 50 salî rawestandiye û ew ji tirimpêlê peya kirin. Welatiyan destnîşan kirin ku çeteyan piştre desten Xetîf kelepçe kirine û bi lêdanê ji wê derê birine. 

Derbarê sedema revandina Xetîf û cihê ku çeteyan ew birinê de, agahî nehatin bidestxistin. 

Endamên malbatê jî dan zanîn ku Xetîf ji bo karê malbatê diçû Sinunê û piştî pêdiviyên xwe bicîh anîn jî, dê vegeriyaba malê. 

Hêjayî gotinê ye Salih Adî Xetîf di nava hemû hewldan û çalakiyên ji bo bidestxistina mafê êzidiyan û yekîtiyê de cih girtiye.