Çeteyên DAIŞ'ê yên reviyane Tirkiyeyê wê li ku bên bikaranîn?

Hat diyarkirin, 7 çeteyên DAIŞ’ê ku ji hêla şervanên Operasyona Xezeba Firatê ve li Reqayê hatin dorpêçkirin reviyane Tirkiyeyê û li Kilîsê ji hêla endamekî MÎT’ê ve hatine pêşwazî kirin.

Hat diyarkirin, 7 çeteyên DAIŞ’ê ku ji hêla şervanên Operasyona Xezeba Firatê ve li Reqayê hatin dorpêçkirin reviyane Tirkiyeyê û li Kilîsê ji hêla endamekî MÎT’ê ve hatine pêşwazî kirin. Ev bûyer, notên ji bo berpirsyarê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê ve ji bo Elmanyayê bên şandin hatine wezîfedarkirin tîne bîra mirov. Niha jî fikara "Gelo wê van 7 endamên DAIŞ’ê yên çûne Tirkiyeyê li ku û çawa bên bikaranîn?" tê kirin. 

Hat diyarkirin ku 7 çeteyên DAIŞ’ê ku ji hêla şervanên Operasyona Xezeba Firatê ve li Reqayê hatin dorpêçkirin reviyane Tirkiyê. Di demên dawî de şervanên Operasyona Xezeba Firatê ku her roja diçe gundewarên Reqayê û bajarê Reqayê dorpêç dikin, çeteyên DAIŞ’ê yên tengav bûne jî dikevin nava lêgerînên cûda. 

DI NAVA WAN DE ENDAMÊN ÎSTÎXBARATA DAIŞ'Ê JÎ HENE

Li gor agahiyên ji çavkaniyên heremê hatine girtin, piştî şervanên QSD’ê bajarê Reqayê dorpêç kirine, hin serçete û berpirsiyarên çeteyên DAIŞ’ê yên tengavbûne dikevin nava lêgerînê û di encama lihevkirinê de direvin. Hat destnîşankirin ku di nava wan de endamên îstîxbarata DAIŞ’ê jî heyî 7 serçeteyên DAIŞ’ê reviyane Tirkiyê. 

Li gorî agahiyan, ev çeteyên reviyane kincên sivîlan li xwe kirine û di nava sivîlan de reviyane. Çete di ser Tebqayê re pêşî çûne Babê piştre jî di ser sînorê navbera Ezaz û Cerablûsê de çûne Kilîsê. 

NAVÊN ÇETEYÊN REVIYANE TIRKIYEYÊ

Navên çeteyên ku reviyane Tirkiyê wiha ne: 

Endamê Komîteya Civandina Zekatê ya ji bo DAIŞ’ê Salih Mihemed El Ferec, endamên îstîxbaratê Îsa Ibet El Şûur, îbrahîm Ibêt El Şûur, Ewad El Eswed, Xelîl Mihemed Sadûn, Salih Mihemed Sadûn, Endamê Hispê (Polîsên sivîl) yê DAIŞ’ê Diham El Eswed El Ewad in.  

JI HÊLA ENDAMÊ MÎT'Ê VE HATINE PÊŞWAZÎKIRIN

Li gor agahiyan, ev serçeteyên DAIŞ’ê yên reviyane Kilîsê ji hêla endamê MÎT’ê yê bi navê Subay Aras Mete tê nasîn ve hatine pêşwazîkirin û nayê zanîn ku ew bi ku ve birine. 

GELO WÊ LI KU DERÊ Û ÇAWA BÊN BIKARANÎN?

Duh di belgeyên ku ji hêla ANF’ê ve hatibû weşandin 2 berpirsiyarên DAIŞ’ê ji bo li Elmanyayê bên wezîfedarkirin bi îmzeya serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî ji berpirsiyarê DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê Mihemed Oglea El Ebdullah ê wek e Ebû Huzeyfa tê naskirin re notek hatibû şandin. Li gor van belgeyan piraniya çeteyên ku ji bo teqînan li welatên Ewropayê bên kirin çûn û hatina wan di ser Tirkiyê de pêk hatiye. Ji ber vê yekê jî fikara "Gelo wê van 7 endamên DAIŞ’ê yên çûne Tirkiyeyê li ku û çawa bên bikaranîn?" tê kirin. 

Ev belge gefên Serokkomarê Tirk Erdogan tîne bîra mirovan, ku par ji Fransa û Belçîka, îsal jî ji Elmanyayê re gotibû "Ev êrîş eger sibe li van deveran pêk werin, wê çi bibe?". Piştî van daxuyaniyên Erdogan li Belçîka, Fransa, Hollanda û piştre jî li Elmanyayê DAIŞ'ê êrîş kiribûn. Ji notên bi dest ketine tê fêhmkirin, ev êrîş ji aliyê kesên li Tirkiyeyê ve hatine plankirin.

GEF LI HOLLANDAYÊ JÎ HAT XWARIN

Piştî aloziya navbera Tirkiye û Hollandayê, ku Erdogan hê jî gefan dixwe, çeteyên di dagirkirina Babê de cih girtin, pêr bi daxuyaniyekê piştgirî dan Erdogan. Çeteyên dest bi çek ên li ber ala Tirkan sekinî, gef li dewlet û hikûmeta Hollandayê xwarin. Kesekî ku li vê derê bi zimanê Tirk daxivî, anî ziman, ku ew parçeyek ji Tirkîtiya li cîhanê ye û ev rewş wan jî eleqedar dike. Balkêş e kesên ku di medya civakî de amblema Selçûkiyan bi kar tînin, bi çekê gefê dixwin. Di vî dîmenî de, ku tê îdîakirin 'Hollanda dijminatiya Tirk Îslamê dike', bi qîrîna gotina 'Allahû ekber' diqede.