Cenga Heftenînê geş dibe artêşa dagirker têk diçe

Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê bi hemû dijwariya xwe bê navber dewam dike. Gerîlayên HPG/YJA Starê di çerçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de li girê Partîzan derbeyên xurt li artêşa Tirk dan.

Gerîlayên HPG/YJA Starê 13’ê Çileyê qada Heftanînê li girê Partîzan çalakiyek xurt li dar xistin. Şervanên azadiyê li dijî artêşa Tirk ya dagirker, berxwedaneke dîrokî raber dikin. Beramberî vê berxwedanê jî artêşa Tirk ya ku ji bermahiyên çeteyên DAÎŞ’ê û ji leşkerên bi pere pêk tên, nikarin li ber xwe bidin, lewra di çalakiyên gerîlayan derbên giran dixwin. Her çiqasî bi rêya çapemeniya ango şerê taybet hewl didin ku vê rastiyê veşêrin jî lê belê di gelek dîmenên çalakiyan de jî wekî ku xuya dike leşkerên dagirker bêyî ku li paş xwe binêrin ji girên Kurdistanê direvin.

 ‘EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE CENGA HEFTENÎNÊ BI SER BIXIN’

Gerîlaya YJA Starê Arîn Qamişlo ya di nava çalakiya girê Partîzan de cihê xwe girtiye got: “Ev çalakiya min a yekemîn e ji ber vê armanca min jî pêkanîna erkên vê demê ye.”

Arîn qala kelecana tevlîbûna xwe ya çalakiya Girê Partîzan kir û got: “Ez bi hemû hêza xwe hewl bidim ku bibim bersiv. Em niha bi hemû hêza xwe tevlî Cenga Heftanînê dibin da ku tola hemû şehîdên şoreşê rabikin. Em ê heta dawî li berxwe bidin û çalakiya me jî serkeftî be.”

‘5 LEŞKER HATIN KUŞTIN, ÇEK Û CEBILXANEYÊN WAN HATIN DESTESERKIRIN’

Her wiha gerîlayê HPG’ê Agir Hezex jî ê cihê xwe di çalakiyê de girtibû jî behsa çalakiyê kir û got: “13’ê Çileyê çalakiyek serkeftî li ser girê Partîzanê hate lidarxistin û di encam de 5 leşkerên dagirker hatin kuştin û gelek amûrên leşkerî, 2 kleş, bomba, rext û fîşek jî hatin rakirin.”

Gerîla Hezex, di dewama nirxandinên xwe de dagirkeriya artêşa Tirk û Cenga gerîlayan jî wiha nirxand: “Di çerçoveya pêngava şoreşgerî a Cenga Heftanînê de 13’ê Çileyê li Girê Partîzan çalakî hat lidarxistin. Bi awayekî afirîner em çûn ser hedefê xwe û me êrîşê leşkerên ku li Girê Partîzan dagirkirine kirin. Bi çekên ferdî û bombeyên desta heval heta dikevin kozikên dijmin, bi bandor lêdixin û diçin ser pênc cenazeyên leşkerên Tirk. Di vê çalakiyê de 2 kleş, melezekî leşkeran tevî rextê xwe, bombayekî desta yê leşkerê bi navê Bayram Gunay û amûrên leşkerî hat rakirin. Di kêliya çalakiyê de leşkerên Tirk ji ber tirs û xofa xwe direviyan, lê nedikarîn xwe ji gerîlayên azadiyê xilas bikin.”

‘EM RÊ NADIN KU LEŞKERÊN DAGIRKER LI KURDISTANÊ BIJÎ’

Hezex destnîşan kir ku gerîlayên HPG û YJA Starê bi çekên ferdî dikevin nava kozikên artêşa Tirk û lêdidin û encam digrin û wiha pêde çû: “Cenga Heftanînê wê wek navê xwe be ji vir û şûn ve ji serkeftinê cudatir tiştek din nabe. Wê Cenga herî mezin li Heftanînê bê meşandin. Em ê li Heftanînê dewleta Tirk ya dagirker bişkînin. Em ê nehêlin ku dewleta dagirker bi hêsanî li Kurdistanê bijî. Ew ê hesabê komkujiyên xwe bidin. Tola gelê xwe û şehîdên xwe em ê li Heftanînê hildin.”