'Cenga Heftanînê tola mezin e'

Gerîlaya YJA Starê Batûfa Çekdar: Keçên xweşik û bedew ya Cenga Heftanînê. Bi rastî jî tola me mezin e. Divê wek Serok Apo dibêjê; ‘Gerîlayên xwoşewîst dil û mêjiyê xwe sexlem bigirin'' em bijîn û şer bikin.

Di van rojên dijwar ya Cenga Heftanînê de nameyeke ku ji aliyê Fermandara YJA Starê ya Heftanînê Batufa Çekdar ve hatiye nivîsandin cewherîbûna jiyana gerîlayan nîşan dide. Hevoka destpêkê nîşan dide ku hêza Cenga Heftanînê di rastiyê de ji hevaltiya wan ya mezin tê. Di gotina pêşîn de fermandara gerîla Batufa Çekdar dibêje; '‘Hûn hêviyên pir mezin yên gelê ne, gelê me yê ku di nava pencê qirkirina faşîzmê de ye. Hûn şervanên Rêbertî yên xwedî vînekî ji pola ne.’'

'JI BO HESAB JI DIMIN BIPIRSIN EM XWE MEZIN DIKIN'

Fermandara YJA Starê Batufa Çekdar di namaye xwe de hezkirina xwe ya li beramberî hevalên xwe dinivsîne û dibêje; “Pêşî we hemûyan bi hezkirin û bêrîkirin silav û hembêz dikim. Em her dem rewşa we meraq dikin. Ev demeke dirêj e dijmin giranî dide tevgera hewayî, ji ber vê divê hûn di vê mijarê de hişyar bin. Ji bo xatirê Rêbertî û nirxên hevaltiyê kêliyek tenê jî ji disîplîn û tedbîrên xwe yên ewlekariyê sist nekin. Ji bo em kîna xwe bi xurtî li hember dijmin wergerînin çalakiyên tolhildana hesap xwestina îşkenceya li Îmraliyê û hemû şehîdên leheng divê hûn gelekî baldar bin. Heke şahadeteke me hebe jî divê em bi xwe cîhê wî hilbijêrin. Jixwe yek ji qeliteya şoreşgertiyê ew e ku cîhê lê şehîd bibe ango xwe feda bike rast hilbijêre.'

'HER HEVALEK DIVÊ XWE BERDÊLÎ ARTÊŞEKÊ BIBÎNE'

Fermandara gerîla Batufa Çekdar di hevokên xwe yên pêşîn de girîngiya Cenga Heftanînê û gerîlayên wê yên berxwedêr dinivsîne û dibêje; “Hûn hêviyên pir mezin yên gelê me ne, gelê me yê ku di nava pencê qirkirina faşîzmê de ye. Hûn şervanên Rêbertî yên xwedî vînekî ji pola ne. Lewra dizanin hûn ê her bi vê baldarî û vî ruhî tevbigerin. Cengawerên Cenga Heftanîn, wê dîrok van rojan xurt binivsîne. Cenga Heftanîn hem di nava gel de hem jî di nava hêza me ya berxwedêr de, her cihî de hêvî manewiyateke xurt ava kiriye. Hûn her kêliyê hezkirin û hêviyên bi milyonan dayîkan û bi hezaran hevalên li gel xwe hîs bikin û wisa zanibin ku Rêbertî we hîs dike. Me tevan hîs dike lewra divê her hevalek xwe bedelê artêşekî bibîne. Dizanin, zivistane û sermaye, zehmetiyên wî jî pirin.”

'EM Ê ZIVISTANÊ BI CENGA HEFTANÎNÊ GERM BIKIN'

Fermandara YJA Starê Batufa Çekdar, di dewama nameya xwe de ruxmê zivistana sar îradeya ji pola ya gerîlayan dinivisîne û dibêje; “Belê ev zivistan zivistaneke zehmet e. Lê dil û manewiyata me jî xurt e. Em ê xwe bi coşa serkeftina çalakiyên xwe yên di şopa Berîtan, Rûbar, Berfîn, Dilovan û hemû cengawerên şehîd yên Cenga Heftanînê xwe germ bikin. Dizanim hûn jî bi van hestan dijîn ji ber em hemû xwedî ruhekî bi armancên mezin ve girêdayîne. Divê em bi nêrînên Serokatî li rastiya şer û jiyanê, li her tiştî binêrin. Dema ku Rêbertî dibêje; ‘Hûn nedizanin li gorî şêwaza min şer bikin ne jî jiyan bikin’ divê em cidî li ser van mijaran lêhûrbûn bikin.”

'CENGA HEFTANÎNÊ TOLA MEZIN E'

Fermandara gerîla Batufa Çekdar di dawiya nameya xwe de îddaya gerîlayên Cenga Heftanînê dinivİsîne û dibêje; “Belê hevalno; di van rojên pêş me de kar û xebatên girîng li pêş me hene. Em dizanin hûn jî xwe wisa amade dikin. Lewra divê hûn zanibin ku dijmin çavsor bibe û wê hewl bide her tiştî bike. Hewldan û çalakiyên we yên heta niha xweş û hêja bûn. Lê aliyên ku hûn lê baldar bin jî hene. Ev ruh û qabîbiyeta we tevan heye ji we re serkeftinê dixwazim. Dil û mêjiyê me, ruh û hezkirina me bi we re ye. Di xeleka hezkirinê de parastî bin hevalino! Keçên xweşik û bedew ya Cenga Heftanînê. Bi rastî tola me jî mezin e. divê wek Serok Apo dibêjê; ‘Gerîlayên xwoşewîst dil û mêjiyê xwe sexlem bigirin'' em bijîn û şer bikin.''