Cenazeyên şehîdên Pêngava Xêzaba Firatê hatin veşartin
Welatiyên Serêkaniyê, Dirbêsiyê û Til Temerê cenazeyên 2 şervanên YPG’ê û endamekî hêzên Asayîşê bi merasîmekî girseyî li goristana Şehîd Rustem Cûdî veşartin.
Welatiyên Serêkaniyê, Dirbêsiyê û Til Temerê cenazeyên 2 şervanên YPG’ê û endamekî hêzên Asayîşê bi merasîmekî girseyî li goristana Şehîd Rustem Cûdî veşartin.
Bi hezaran welatiyên bajarên Serêkaniyê, Dirbêsiyê û Til Temir cenazeyên şervanên YPG`ê Izedîn Silêman (Serhed Jînda), Hemîd Kilêşan (Rodî Ezîziyê) ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd ketibû û endamê Asayîşê Salih Salih yê ku di encama mayinekê de li gundê Ezîziyê şehîd ket, ji nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirtin û bir Goristana Şehîd Rustem Cûdî ku bi 10 kîlometreyan li rojavayê Dirbêsiyê ye.
Li goristanê ji bo her sê şehîdan merasîmek leşkerî ji aliyê YPG`ê ve hate lidarxistin. Piştî merasîma veşartina cenazeyan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Abdullrezaq Ehmed axivî û şehîdên komkujiya Helebceyê bi bîr anî.
Piştî axaftinan malbatên her sê cangoriyan axîvin û soz dan ku ew ê şopdarên wan bin.