Cenazeyên du şehîdan spartin axê

Cenazeyên Hîwa Qadir Hesen û Êvan Adnan ên di êrîşa dewleta dagirker a Tirk de şehîd bûn, spartin axê.

Dewleta dagirker a Tirk bi balafirên bêmirov Balafirgeha Çandiniyê ya Erbetê ya Silêmaniyê bombebaran kiribû û di encamê de 3 pêşmergeyên Dije Terora Herêma Kurdistanê şehîd bûbûn. 

Cenazeyê şehîd Hîwa Qadir Hesen ji bo definkirinê ji Silêmaniyê birin Kerkûkê. Cenazeyê Hêwa ewilî birin mala wan a li taxa Azadî ye û ji wir jî ji bo wecîbeyên olî birin mizgefta taxê. 

Piştî wecîbeyên olî bi beşdariya xizmên şehîd, rayedarên hikûmetê, partiyê û gel li Goristana Bajêr hat definkirin.

Cenazeyê Êvan Adnan jî li Goristan Ewal a Silêmaniyê hate definkirin.