Cenazeyên 5 şervanan hatin veşartin

Welatiyên bajarê Hesekê û herêma Şedadê cenazeyên 5 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê, li Goristana Ûm Zîr ya herêma Şedadê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Usama Menaf (Hisên Ciwêrî), Cefer Amir (Nacî Dogan), Beşar Hisên (Ibêd Firat), Mihemed Ebdulhekîm (Îbrahîm Tebûş) û Hesen Mehmûd (Ebid Elî) ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û ber bi Goristana Um Zir ya li herêma Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Esed axivî û diyar kir ku şervanên azadiyê di şerê li dijî terorê de, canê xwe feda kirin û herêmên xwe rizgar kirin.

Cîgirê Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Mehmûd Fîras jî diyar kir ku cangoriyên azadiyê bi berxwedana xwe, rêya azadiya gelê xwe ronî kirin û soza şopandina rêya wan da.

 Endamê TEV-DEM′ê Mezlûm Tirbespiyê jî anî ziman ku wan li ser banga welatiyên Reqayê, dest bi şerê li dijî çeteyên DAIŞ′ê kirin.

Di dawiya merasimê de, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şervanan bi dirûşiman ve hate veşartin.