Cenazeyê şervanê YPG'ê Egîd Serêkaniyê hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Egîd Serêkaniyê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê sedan kesî ve bi merasîmekê li goristana bajarê Til Temirê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê û Til Temir cenazeyê şervanê YPGʹê Egîd Serêkaniyê  ku di Pêngava  Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, li goristana bajarê Til Temir bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan welatiyên Serêkaniyê ji bo wergirtina cenazeyê şervanê YPGʹê Cuma El-Husên (Egîd Serêkaniyê) yê di Pêngava  Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da li ber nexweşxaneya Roj a bajêr kombûn. Girseya gel piştî wergirtina cenaze bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a bajarê Til Temir ve ktin rê.

Cenaze li Til Temirê bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Li goristanê merasîmek hat lidarxistin û di merasîmê de Endamê Fermandariya YPGʹê Botan Cûdî axivî û got ku bi saya berxwedan û tekoşîna şehîdan gelê herêmê bi hemû pêkhateyan bi azadî jiyan dikin û wiha domand: "Jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê dê serkeftinên heyî mayînde bike. Em soz didin iku asta tekoşînê xurtir bikîn."

Di berdewama merasîmê de Endamê Rêveber ê Meclîsa Malbatê Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Elî Xelîl jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest  û wiha got: "Gelê Rojava û Bakurê Sûriyê bi hezaran şehîd ji bo rizgarkirina xaka xwe ji çeteyên DAIŞ`ê û Tirkiyê dan û hê jî ji bo parastina xak û rûmetê xwîna pîroz a zarokên xwe feda dikin."

Xelîl di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên gelê Sûriyê kir ku li kêleka berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk li Reqqa û tevahî qadên berxwedanê li Rojava û Bakurê Sûriyê bisekinin û rêya şehîdan bişopînin.

Di merasîmê de li ser navê Malbata Şehîd şehîd Egîd Serêkaniyê jî bavê wî Esad El-Husên axivî û wiha got: ʺNe fedakariya ciwanên me ba, em nikarbîbûn li welatê xwe û  bi biratî û jiyana hevbeş wxedî derkevin, em soz didin ku em ê gelê xwe emê heta rizgarkirina her bostekî ji xaka Sûriyê fedekariyê bidomînin.ʺ

Piştî axaftinan nasnameya  şervanê YPG'ê Egîd Serêkaniyê hat xwnedin û radestî malbata wî hat kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şervanê YPG'ê Egîd Serêkaniyê veşartin.