Cenazeyê Şehîda Xanesorê tê oxirkirin

Cenazeyê Şehîda Xanesorê Nazê Nayîf Qewal ku îro di êrîşa komên çeteyên PDK'ê ya li dijî meşa gel de şehîd bibû, bi merasîmekê tê oxirkirin.

Îro li bajarokê Xanesro a girêdayî Şengalê girseya gel ku ber bi kozikên komên çeteyan ve meşiyan, çeteyên AKP û PDK'ê gule li girseya gel reşandin. Di êrîşa çeteyan de 15 welatî birîndarbûn û jina ciwan a bi navê Nazê Nayîf Qewal ku temenê xwe 21 sal bû şehîd bibû.

Cenazeyê Şehîda Xanesorê Nazê Nayîf Qewal ji aliyê girseya gel ku di nav de Rêveber û Endamên Saziyên Şengalê jî cih digrin, ji nexweşxaneya Xanesorê hate girtin. Cenaze bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a li Gundê Kizilkent ve hat bi rêkirin.

Cenaze wê destpêkê bibin malbata wê ya li ser Serdeştê ya li Çiyayê Şengalê û ji wir jî bibin Goristana Şehîd a li herêma Qendîl a bajarê Şengalê û li wir wê bê definkirin.

ŞEHÎDA 4. JI HEMAN MALBATÊ YE

Şehîd Nazê Nayîf Qewal 21 salî bû, ji eşîra Hebaba ya li gundê Zomanê a Şengalê ye. Malbata wê di dema fermana 73'an de dev ji warê xwe ne berda û li Çiyayê Şengalê man. Di berxwedana Şengalê de birayek, xalek û xizmek yê dayika wê di nava refên YBŞ'ê de şehîd bibûn.