Cenazeyê Mehmet Candemîr ê ku li girtîgehê hatibû qetilkirin ji aliyê hezaran kesî hate veşartin

Siyasetmedarê Kurd Mehmet Candemîr ê ku di Girtîgeha Tîpa L a Espiyeya Gîresûnê hatibû qetilkirin, li Êlihê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Cenazeyê endamê berê yê Meclîsa Partiyê yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Kurd Mehmet Candemîr (60) ê ku di Girtîgeha Tîpa L a Espiyeya Gîresûnê hatibû qetilkirin, ji aliyê bi hezar kesan hate veşartin.

Cenazeyê Candemîr ji aliyê malbata wî ve hate stendin û bi konvoyê ji Amedê birin Êlihê. Li Girêsîrayê leşkeran konvoy dan sekinandin û piştî nerazîbûna gel, leşker neçar man rê vekin.

Cenazeyê Candemîr bi sloganên ‘Şehîd namirin’ hate pêşwazîkirin. Malbata Candemîr, TJA, Hevserokê Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlementerên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Ûca û Mehmet Ruştu Tîryakî, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ên ku peywira wan hatibû desteserkirin û li şûna wan qeyyûm hatibû wezîfedarkirin, Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER, TÛAY-DER, nûnerên saziyên sivîl ên bajêr jî di nav de gelek kes tevlî merasîma veşartinê bûn.

Di merasîmê de sloganên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedena zindanan’ hate berzkirin. Piştî vecîbeyên olî cenaze bi sloganan hate veşartin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir bi hezaran kes bi hiqûqa dijmin di girtîgehan de tên ragirtin û got “Hevalê me Mehmet li girtîgehê şehîd bû. Wî ji bo gelê xwe jiyana xwe ji dest da. Ji ber feraseta qirker a AKP’ê hevalê me Mehmet li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Em ê li ser rêya heval têkoşîna xwe bidomînin. Em ê têkoşîna wî bigihînin serfiraziyê. Ji ber vê em ê her dem di nav têkoşînê de bin..”

Wê şîna Candemîr li Mala Şînê ya Taxa 19’ê Mayisê were danîn.