Cenazeyê her sê karkerên madenê hatin veşartin

Cenazeyê 3 karkerên madenê yên di encama teqîna grîzû ya di kana komirê ya di navbera Gundikêmelê û gundê Kiron ê Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşaritin.

Cenazeyê 3 karkerên madenê yên di encama teqîna grîzû ya di kana komirê ya di navbera bajarokê Gundikêmelê û gundê Kiron (Arakoy) ê girêdayî Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşaritin.

Piştî xebatekî pir demdirêj, zor û zehmet cenazeyên karkeran ji 60 metre binê erdê hate derxistin. Cenazeyên hatin derxistin bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Cenazeyê Abdurrahman Tunç, Omer Tunç û Îdrîs Înan ên li vir otopsiya wan hate kirin û şûnde bi konvoyeke mezin a wesayîtan ber bi Gundikêmelê ve kete rê.

Piştî wecîbeyên olî yên hersê cenazeyan li mizgefta gund hate kirin û şûnde li goristana gund hatin veşartin.