Cenazeyê Gok spartin axê
Cenazeyê girtî Mehmet Gok ê 62 salî yê di encama êşa dil de li girtîgehê rehmet kiribû, li Ceyhanê spartin axê.
Cenazeyê girtî Mehmet Gok ê 62 salî yê di encama êşa dil de li girtîgehê rehmet kiribû, li Ceyhanê spartin axê.
Cenazeyê Memet Gok ê 62 salî yê dema duh şev li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê bi êşa dil rehmet kir, li Ceyhanê spartin axê.
Piştî otopsiya cenazeyê Gok ê li Moraga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê hate kirin û şûnde ji aliyê malbatê ve hate girtin û piştre jî li Goristana Asrî ya Ceyhan a li navçeya Ceyhan a Edeneyê bi dûayan spartin axê.