Cenazeyê gerîlayê HPG’ê şehîd Egîd Îpek hate veşartin

Gêrîlayê HPG’ê Egîd Îpek ê ku di şerê li Dersimê de şehîd ketî, cenazeyê wî li Mêrdînê spartin axê.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê yê ku sala 2017’an li Dersimê di şer de şehîd ketî, piştî 3 salan bi rêya posteyê şandin ji bo malbatê. Ji bo ku cenaze bispêrin axê birin Mêrdînê.

Gundê girêdayî taxa Tîzyan a navçeya Artûklû ya Mêrdînê ku cenaze lê were veşartin, destpêkê ji aliyê cendermeyan ve hat dorpêçkirin. Ketin û derketina gund ji aliyê cendermeyan hate qontrolkirin û rê nedan gundî tevlî merasîma cenaze bibin.

Cendermayan tenê rê da 3 kesan bikevin goristanê ku cenaze veşêrin, rê nedan dayîka Îpek Halîse Îpek tevlî merasîma veşartina kurê xwe bibe.