Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Korhan hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ahmet Korhan ku 17'ê Kanûna 2019'an li bejahiya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di şer de şehîd bû, piştî 8 mehan li dû eşkerebûna encamên testa DNA'yê li Qoserê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ahmet Korhan ku 17'ê Kanûna 2019'an li bejahiya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di şer de şehîd bû, piştî 8 mehan li dû eşkerebûna encamên testa DNA'yê li Qoserê hate veşartin.
Di 17'ê Kanûna 2019'an de li herêma Eyndilbê ya navbera gundê Şêb a Jêr a navçeya Dêrikê û Şêb ê navçeya Şemrexê şer qewimî bû. Di şer de 4 gerîlayên HPG'ê şehîd bûbûn. Cenazeyên 2 ji wan ji aliyê malbatên wan ve hatibûn wergirtin, du cenaze jî li Goristana Bêkesan a li navçeya Artûklûyê hatibûn veşartin. Nasnameya yek ji wan cenazeyan piştî testa DNA'yê tespît bû.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ahmet Korhan (Serhat) ji goristana bêkesan hate derxistin û malbata wî ew li gundê Çiplaxê yê Qoserê veşart.