Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Akkaya li gundê wî hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Fûat Akkaya (Fûad Fîkrî) ku di şerê li Dersimê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li gundê wî Qortenît yê navçeya Pîran a Amedê hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Fûat Akkaya (Fûad Fîkrî) ku 18’ê Gûlanê li bejahiya Pulur a Dersimê di şerê li dijî leşkerên Tirk de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Amedê hate veşartin.

Malbata Akkaya cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê girtin û birin gundê Qortenit yê navçeya Pîran a Amedê. Li goristana gund piştî pêkanînên wacibên olî cenazeyê gerîlayê HPG’ê Akkaya bi merasîmekê hate veşartin.

Parlamentera HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn û Dersim Dag, rêveberên HDP’ê yê bajar û navçeyê û gel beşdarî merasîmê bûn. Li goristanê bê navber dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ hate qîrin.

Di merasîmê de parlamentera HDP’ê Dersim Dag peyivî û wiha got; “Şehîdê me şehîdê Kurdistanê ye. Şehîdê we şehîdê me ye. Bila serê Kurdistanê sax be.”