Cenazeyê gerîla Mahmût Taş li Rihayê hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahmût Taş (Andok Sara) ku sala 2019'an li Şirnexê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû, li Rihayê hate veşartin.

Gerîla Mahmût Taş 19'ê Kanûna 2019'an li navçeya Silopiya ya Şirnexê li bejahiya gundê Şivesorê tevî du hevrêyên xwe şehîd ketibû.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Taş, piştî eşkerebûna DNA'yê 15'ê Kanûnê ji Goristana Bêkesan a li Şirnexê hate wergirtin.

Cenazeyê gerîla anîn taxa Norçînê ya navçeya Hewagê ya Rihayê û nîvê şevê li goristana taxê hate veşartin.

Leşkerên Tirk ku merasîma cenaze dorpêç kirin, ji bilî ferdên malbatê destûr nedan ku kes tevlî merasîmê bibin.

Hêzên dewleta Tirk her wiha piştî veşartina cenaze nehiştin ku serdana sersaxiyê bê kirin.

Malbata Taş li mala xwe ya li taxê serdanan qebûl dike.