Cenazeyê Ayhan ber bi Rihayê ve hate bi rê xistin

Wekîle berê yê HDP'ê Ayhan ku bi krîza dil çûyî ser dilovaniya xwe ji Hewlêrê hate standin û ber bi Rihayê ve hate bi rê xistin

Wekîlê berê yê HDP'ê Ibrahîm Ayhan ku 20'ê Îlonê li Hewlêrê bi krîza dil çûyî ser dilovaniya xwe ber bi bajarê wî Rihayê ve hate bi rê xistin.

Ji bo cenazeyê Ayhan bistînin duh hevjîna Ayhan Rêzan Ayhan, Alîkarê Hevserokê HDP'ê Alîcan Onlu, Wekîlê Amedê Îmam Taşçîer, Wekîla Mêrdînê Pero Dundar bi şandeyekê çûne Hewlêrê û cenaze ji Saziya Tiba Edlî standin.

Hevserokê Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê Abîd axaftinek kir, got cenaze piştî ku li Silopya ji hêla bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkriin, di ser Cizîr, Nisêbîn, Qoser û Weranşarê re bigihe Siwerekê. Abîd got Aygan ji ber zext û zordariya dewleta Tirk hatibû Başûrê Kurdistanê.

Piştî axafinan HDP'yiyan cenaze stanin û ber bi Deriyê Sînor Xabûrê ve bi rê ketin.

Hate gotin ji ber ku cenaze wê bi derengî bigihije Siwerekê wê rakin morga nexweşxaneya navçeyê.

Sibe set 11.30'an cenaze wê ji nexweşxanê were rakirin û bi rengeî girseyî li Goristana Nato ya Siwerekê were veşartin.