Cenazeyê 4 şervanên YPG’ê hatin veşartin

Li bajarê Qamişlo cenazeyên 4 şervanê YPG’ê yên ku di operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristan Şehîd Delîl Saroxan hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanên YPG′ê Murdaly Solimanov (Çiya Rûs), Hisên Çetîn (Cîhad Dûgir), Îlyas Domîş (Tofan Mismil) û Ebdulezîz Siêman (Mezlûm Qamişlo) ên ku di operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê de jiyana xwe ji dest dane, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo veşartin.

Li goristanê ligel deqeyk rêzgirtin merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Mizgîn Ehmed axivî, hemû cangoriyên azadiyê bibîr anîn, sersaxî ji malbatên wan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre nasnameyên şervanan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şervana bi dirûşiman ve hatin veşartin.