Cenazeyê 2 Şervanên YPG hatin veşartin
Cenazeyê Şervanên YPG'ê Sîpan Xan û Şoreş Hesekê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê hatin veşartin.
Cenazeyê Şervanên YPG'ê Sîpan Xan û Şoreş Hesekê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê hatin veşartin.
Cenazeyên Şervanên YPG'ê Ehmet Ewad Îbrahîm (Sîpan Xan) û Beşar SAlih El-Ebid (Şoreş Hesekê) ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li gundê ku jê dayîkbûyin ber bi gundê Xan a girêdayî bajarokê Holê û gundê Hewaş a Çiyayê Kizwanan ve hatin oxirkirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Ii ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdab a bajarê Hesekê Mihemed Davûd axivî û destnîşan kir ku Şehîd di dilê welatiyan de vejîn dimînin û wiha got: ʺEm rêz li têkoşerên ji bo rizgarkirina gelê me û xilaskirina wan ji zulim û zordariyê canê xwe fedakirin, bejna xwe ditewînin.ʺ
Yek ji Fermandarê YPG'ê Zekî Kobanê axivî û sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û ev tişt anî ziman: ʺŞehîd pêşengên me ne, her wiha kaniya vîna me ya domandina berxwedanê ne. Pêkanîna serkeftinan û rizgarkirina welatê me Sûriyê ji terorê bi destê wan tê kirin.ʺ
Di merasîmê de her wiha li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) endamê tevgerê Hejar Mehmûd jî axivî û diyar kir ku herêm di pêvajo, şert û mercên hesas re derbas dibe û wiha got: ʺRejîmên dîctator hewil didin destkeftên gelan her wiha asta ku herêm bi saya fedakariya xwîna Şehîdan gihiştiyê, hedef bigrin.ʺ
Piştre nasnameya herdu şervanan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê herdu Şervanên YPG'ê bi dirûşmeyan ve hatin veşartin.