Can: Divê em li her derê hesab ji faşîzmê bipirsin

Endamê Konseya Giştî ya HBDH'ê Ferzat Can têkildarî salvegera 5'an a komkujiya Pirsûsê axivî û got, "Eger em dixwazin bi ser bikevin divê mîna wan 33 rêwiyan tevbigerin. Li ku dibin bila bibin divê em hesab ji faşîzmê bixwazin."

20'ê Tîrmeha 2015'an, di çarçoveya kampanya 'Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin' a SGDF'ê de, bi sedan ciwanên sosyalîst, şoreşger li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li hev kom bûn. Lê belê ji ber êrişa kujer a çeteyên DAÎŞ'ê 33 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji Fermandarên Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê û Endama Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Ferzat Can têkildarî salvegera 5'an a Komkujiya Pirsûsê axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Ferzat Can bi bîr xist ku komkukjî bi hevkariya DAÎŞ û MÎT'ê hatiye kirin, ku navê van her du rêxistinan bi komkujî, êşkence û destavêtinê tê bihîstin.

Ferzat Can 33 kesên di komkujiya Pirsûsê de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û destnîşan kir ku ew li ser şopa şehîdên Pirsûsê di rêya şoreşa yekbûyî ya gelan de dimeşin.

Ferzat Can diyar kir, ku ev komkujî li dijî ciwanên sosyalîst, komunîst hate kirin û bi bîr xist, ku partiya wan MLKP ji destpêka şoreşa Rojava ve pêwendî bi şoreşê re danî, ji bo serketina şoreşê û têkbirina çeteyên faşîst ên El Nûsra û DAÎŞ'ê hêza xwe seferber kir û ji aliyê leşkerî ve jî li gelek eniyên şer bi rengekî çalak cih girt.

Di dewama axaftina xwe de got, "Ji ber vê nêzîkatiya partiya me û rêxistina me ya ciwanan, dewleta bûrjûva ya Tirk a faşîst mêtinger û çeteyên DAÎŞ'ê, partiya me kir hedef û ji bo hilanîna tolê ev komkujî kir."

Ferzat Can destnîşan kir ku ciwanên sosyalîst dixwestin ku kampanya avakirinê ya Kobanê bi rêxistin bikin, di heman demê de têkoşîna yekbûyî ya gelên Tirkiye û Kurdistanê mezin bikin, Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi têkiliyeke hîn xurt bigihînin hev û got, "Komkujiya Pirsûsê di heman demê de destpêka êrişa Erdogan û AKP'ê ya li dijî mûxalefeta civakî bû, ku bi terora dewletê komkujî kir."

Fermandar Ferzat Can bi bîr xist ku dewleta bûrjûva ya Tirk a faşîst û hikumeta AKP'ê ya faşîst, beriya komkujiya Pirsûsê ji bo tasfiyekirina tegera civakî-demokratîk plan amade dikirin û got, "Hikumeta AKP'ê ku nekarî encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê qebûl bike, çarçoveya êrişên faşîst berfireh kir. Beriya 7'ê Hezîranê nîşaneya şerê li dijî mûxalefetê bi êrişa li Amedê dan. Hikumeta AKP'ê ya faşîst û Îslamîst, di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsê bi hevkariya DAÎŞ-MÎT'ê komkujî zêde kir û dest bi konsepta şer kir. Şerê mêtingeriyê yê li Bakurê Kurdistanê dihate meşandin li tevahiya Tirkiyeyê, Başûrê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê jî belav kir."

Ferzat Can ragihand ku dagirkirina Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê bi destê çeteyên paşverû yên faşîzma AKP-MHP'ê ya mêtinger, hewldana dawî ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, êrişên hewayî yên li Mexmûr, Şengal, Kobanê û Silêmaniyeyê yên li dijî jin û zarokan, beşek ji vê konsepta şer e."

Endamê Konseya Giştî ya HBDH'ê Ferzat Can destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî de ne û got, "Faşîzma AKP-MHP'ê teror û zexta faşîst a li ser gelên me, karker, kedkar, jin û ciwanan her roj zêde dike. Di rewşeke wiha de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şoreş veguheriye pirsgirêkeke rojane. Ji bo tirsa ku faşîzma AKP-MHP'ê afirandiye ji holê bê rakirin, ji bo girseyên gel ên li ber teqînê ne, jin û ciwan li ber faşîzmê bên rakirin, pêwîstî bi pêngaveke polîtîk û rêxistinî heye. Em neçar in vê yekê bi ser bixînin."

Di dawiya axaftina xwe de Ferzat Can ev bang kir: "Di rêxistinbûn, çalakî, berxwedan, milîsî û derbên leşkerî de divê em pîvanê bilind bikin. Pêwîte em çalakîbûnê, wêrekî û milîtaniyê ji her demê bêhtir bixin meriyetê. Pêngavên pêşeng ên ku tevgerên gel ên milîtan bidin destpêkirin gelekî girîng in. Di vê demê de pêwîste bi taybetî jin û ciwan pêşengiyê bikin. Faşîzma AKP-MHP'ê destketiyên ku jinan bi berdêlên mezin afirandine bi qanûnên faşîst yek bi yek ji holê radike. Dixwazin mafê jiyanê yê jinan ji destê wan bigirin. Di dema desthilatdariya AKP-MHP'ê de komkujiya jinan veguheriye bûyereke ji rêzê. Divê jin ên ciwan hîn bêhtir tevlî têkoşînê bibin, xwedî li mafê xwe yê jiyanê derkevin û serî li ber sîstema baviksalar hildin. Karê ku 33 qurnefîlên me yên sor kirin ev bû. Yên ku di fikir de serketinê nebînin û bi ser nekevin, nepêkane ku serketinê biafirînin. Eger em dixwazin bi ser bikevin, hingî divê em bi xewn û xeyalên 33 rêwiyên Pirsûsê tevbigerin û berê xwe bidin serketinê."