CÎK’ê êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir

CÎK a êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk a li ser Mexmûrê şermezar kir got: “Em dewleta Kemalîst û Tûranîst a di van rojên zor û zehmet de bi kuştina Kurdan ve mijûle, lenet dikin.”

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) a daxuyaniyek nivîskî da, êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê şermezar  kir.

CÎK’ê ya êrîşa li ser Mexmûr û Başûrê Kurdistanê şermezar kir, sersaxî ji malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane re xwest.

CÎK’ê bi domdarî got: “Em dewleta Kemalîst û Tûranîst a di van rojên zor û zehmet de bi kuştina Kurdan ve mijûle, lenet dikin.  Bang dikin ku li dijî van hov, kujer, dewlet û dîsa rêveberên wê derbikevin û xwe ji van dûr bixin.