'Heke xwedî li çapemeniya azad neyê derketin gel wê lal bibin!'

Berdevkê Bûroa Yekîtî û Hevgirtina Gelan Şoreş Amed li dijî hewldana tarîkirina televizyonên Kurdan banga bishistyariyê li raya giştî kir.

Amed diyar kir di navbera kevneşopiya dewletê û çapemeniya Kurd de têkoşînek dijwar heye û got, televizyonên Kurd xîtabî hemû çewisandiyan dikin. Amed got êrîşa li ser çapemeniya azad bi konsepta şerê qirêj re têkildar e.

Amed diyar çapemeniya Kurd ne tenê ji bo Kurdan e; ji bo Ermen, Sûryan, Êzdiyan e û diyar kir bûye dengê çewisandiyan ên Tirkiyê jî. Amed bi domdarî diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk a faşîst a li ser çapemeniya azad a Kurdan normal e ji ber ku rastiyên ku medyaya Kurd a azad derdixîne holê ji bin ve rejîmê dihejijîne.

‘ÊRÎŞA LI SER DENGÊ ROJAVA NE TESADÛF E’

Şoreş Amed bal kişande ser êrîşên 25’ê Nîsanê yên li ser Şengal û Rojava û got :’’Ne tesadûf e ku Radyoya Dengê Rojava û Çira Radyo ji xwe kirine hedef. Ev bi temamî ji destpêkê ve hatine plankirin û ji bo ku rastiya ji gel vedişêrin derdixînin holê êrîşeke siyasî ya li ser çapeminiyê ye.’’

 ‘GIRTINA RONAHÎ TV DESTEKA JI BO DAIŞ’Ê YE’

Şoreş Amed bal kişande ser daxwaza girtina Ronahî Tv û got, ‘’Îro hewldana girtina Ronahî Tv pir vekirî desteke ji bo DAIŞ’ê ye. Îro li Rojhilata Navîn a ku li dijî DAIŞ’ê û propagandaya DAIŞ’ê vekirî şer dike Ronahî Tv ye. Girtina Ronahî Tv bêguman destek li komkujiya DAIŞ’ê ye. Ji bo vê jî şaş e ku mirov vê êrîşê tenê li dijî çapemeniya Kurd û Kurdan bibîne.’’

Amed got daxwaza girtina Stêrk Tv û News Channalê jî hem bi pêvajoyê re û hem jî bi konsepta şer re têkildar e û got: ‘’Ji ber ku Erdogan her demê beriya komkujiyan zexta li ser çapemeniyê zêde dike û çapemeniya Kurd dike hedef. Bi taybetî jî çapemeniyê dikine hedef. Li pişt vê destpêkê dewleta Tirk û piştre jî yekdestiya şîrketên Ewropayê heye.’’

Berdevkê Bûroya Yekîtî û Hevgirtina Gelan Şoreş Amed herî dawî  bang li raya giştî ya dinyayê kir û got,’’ Hedef ne tenê Kurd in û dengê Kurdan e. Birînda dengê civakekê birîna dengê civakên din e jî. Heke civakek nikaribe dengê xwe bi zimanê xwe, bi çanda xwe vebêje, divê em zanibin ku civakên din jî wê lal bibin.’ û got girtina van qenelan ku bi gelek zimanan weşanê dikin nayê qebûlkirin û raya giştî ya Ewropa divê li dijî dewletên xwe û şîrketan helwesta xwe nîşan bidin.

Herî dawî Amed bang li organên çapemeniyê kir ku dibêjin, ‘em objektîf, serbixwe’ ne û xwest ku li dijî êrîşa li ser televizyonên Kurd helwesta xwe nîşan bidin.