Bûldan: Wê gelê Erdîşê îradeya xwe deyne holê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Erdîşê got ku “Gelê Erdîşê gelekî serbilind û bi rûmet e. Wê ev serbilindî û rûmet di 31’ê Adarê de îradeya xwe bide nîşandan.”

Tura hilbijartinê ya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku di 1'ê Adarê de li Cizîrê dest pê kir di roja 6’emîn de didome. Pervîn Bûldan, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bûçak û wekîlên HDP'ê yên Wanê Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstafa Avci beşdarî mitînga li Erdîşa Wanê bûn.

Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Erdîşê Yildiz Çetîn û Mahmût Pala û gel di têketina navçeyê de heyetê pêşwazî kirin. Piştî pêşwazîkirinê karwanê wesayîtan di nava kêfxweşiya welatiyan de hat qada mitîngê. Li qada mitîngê bi hezaran kes kom bûn bi yek dengî bi berzkirina dirûşmeyan desteka xwe ya ji bo Leyla Guven û girtiyan û HDP'ê nîşan dan.

ÇETÎN: ERDÎŞ YA ME YE

Ewil Namzeta Hevşaredariya Erdîşê Yildiz Çetîn axivî û got: "Em ê di 31'ê Adarê de feraseta qeyûm têk bibin û Erdîş ya me ye."

Serokê Giştî yê PÎA Mehmet Kamaç jî bal kişand ser tifaqa partiyên Kurdan û got ku "Hewldana me ew e ku em vê tifaqa xwe di pêvajoyên pêş me de derxin astên cuda. Em ê li vir bersivê bidin îtîfaqên bi sed salan e, me tune dihesibînin. Kî dibêje bila Kurd ji vir herin, lê bila dizanibin çûna wan nêzîk e. Gelê Kurd bi dehan komkujiyan de derbas bû lê we nikaribû wan xelas bikin."

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî axivî û got: "Tecrîdkirina Birêz Ocalan tu encamê bi xwe re nayne. Yên ku mirinê ji Kurdan re rewa dibînin wê di 31'ê Adarê de rastî bersiva herî xurt werin."

BÛLDAN: MÎTÎNGA ME YA HERÎ QELEBALIX ÎRO LI ERDÎŞÊ YE

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bi kêfxweşiya ku gel nîşan da derket ser dikê û wiha axivî:

"Ev du roj in, li Wanê me. Li her deverê heman coş û kelecan heye. Em ji we hemûyan re spasdar in. Lê ez dixwazim di tiştekî li xwe mikur werim. Mitînga herî qerebalix îro em li Erdîşê pêk tînin. Wan keleha me ye û wê tu demê ev keleha me nekeve xwarê. Gelê Erdîşê di her hilbijartinê de dîrok nivîsandiye û û wê di 31'ê Adarê de jî dîrokê binivîsîne.

Îradeya gelê Erdîşê nas nekirin. Qeyûm tayînî şûna îradeya we kirin. Îradeya we avêtin hepsan. Qeyûm dizî û nelirêtiyê dikin. Hemû mal û milkê gel firotin. Di erdheja Wanê de herî zêde gelê me yê Erdîşê êş kişand û birîndar bû. Tu demê ev birîn nehatin pêçan û birînên din li serê zêde bûn. Piştî erdhejê li Erdîşê TOKÎ çêkirin. Lê piştî demekê gelê me deyndar kirin. Gelê Erdîşê gelek bi rûmet û serbilind e. Wê gelê me Erdîşê di 31'ê Adarê de îradeya xwe û rûmeta xwe carek din deyne holê.

‘TU KABÎNEYA XWE BIŞÎNÎ JÎ TU YÊ ERDÎŞÊ BI DEST NEXÎ’

Em ê di 31'ê Adarê de bersiv bidin êrîş û îftîrayên we. Bila gumana tu kesî tune be, teqez em ê bi ser bikevin. Tayyîp beg naçe cihê ku bi ser nakeve. Gotiye ez naçim Colemêrg, Wan û Mûşê. Ew nayê, wezîrê xwe dişîne. Tu hemû kabîneya xwe jî bişînî tu yê Wan û Erdîşê bi dest nexî."

Bûldan û şandeya pê re piştî Erdîşê çûn Rêya Armûşê.