Bûldan: Wê gel bersivek mezin bide ‘Maho Axa’!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê li Colemêrgê axivî û li dijî hedef nîşandana partiya xwe got: "Dibêjin 'terk bikin.' Xwe mîna Maho axa dibîne. Qey dibêjî ev der gund e. Qey tu dibêjî me ji gundê xwe diqewirîne. Ev bajar û ax yên me ne."

Hevseroka Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û şandeya wê piştî tura Botanê îro bajarê Colemêrgê bûn. Pervîn Bldan li gel Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bûcak, Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede çûn navenda Colemêrgê.

HEYET BI COŞ HATE PÊŞWAZÎKIRIN

Namzetên HDP'ê yên hevşaredariyên Colemêrg û navçeyan û bajarokan şandeya Bûldan di têketina Colemêrgê de pêşwazî kirin. Tevî barîna dijwar a berfê jî Colemêrgiyan kêfxweşiya xwe bi berzkirina slogan, lîlandin û çepikan nîşan dan. Esnafên li ber kargehên xwe û welatiyên li ser kolanan otobusa hilbijartinê ya şande tê de bû silav kirin.

Di hevdîtina gel de kêfxweşiyek mezin serdest bû. Piştî ku Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Colemêrgê Seher Kadîroglu Ataş û Cîhan Kahraman derketin ser otobusê û gel silav kirin.

‘EV AX A BAPÎR Û DAPÎRÊN ME YE’

Piştî silavkirina namzetan, ewil Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç axivî û got: "Em ji bo parastina nirxên gelê Kurd bûn tifaq. Yên ku vê îradeyê binpê kirin, em ê di 31'ê Adarê de nîşanî wan bidin. Îtîfaqa me dîrokî ye. Wê îtîfaq dewam bike. Em ê bi hev re tevbigerin û em ê bi hev re rizgar bibin. Em ji vê axê naçin. Ev ax axa bapîr û dapîrên me ye."

‘GELÊ COLEMÊRGÊ WÊ STÛYÊ XWE XWAR NEKE’

Pişt re Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan derket ser otobusê û xîtabî gel kir. Bûldan wiha axivî:

"Em îro serbilind in ku em li Colemêrgê ne. Baş e ku hûn hene. Tevî hemû astengiyan jî we vê qadê tije kir. Ev ne mîtîng e. Ev vekirina buroya me ye. Astengiyên mezin derxistin lê we li astengiyan guhdar nekir. Gelê Colemêrgê serî natewîne û bîat nake.

Em di pêvajoyek zor de derbas dibin. Tevî hemû zodestî û êrîşên li ser me jî em diçin ku ji aliyê kêfxweşiya mirovan ve tên pêşwazîkirin. Wê ev coş û kelecana we xwe di sindoqên 31'ê Adarê de bide nîşandan. Çimkî gelê Colemêrgê vê yekê baş dizane. Ji ber ku her tim hilbijêrên we di bin zextan de ne. Dixwazin bi girtina siyasetmedarê we û tayînkirina qeyûman vî bajarî bi rê ve bibin. Lê wê ev bajar roja hilbijartinê dersê bide wan. Her çiqas me bikujin, bigirin û îradeya me binpê bikin jî lê em ê bi hêviyên azadiyê bijîn û kes nikare hêviya me bişkêne.

Di 31'ê Adarê de bendewariyek me ya mezin ji Colemêrgê heye. Di esasê xwe de gelê me yê Colemêrgê biryara xwe daye. Ewil qeyûm tayînkirin û pişt re jî kirin namzetên xwe. Heke mirov jê bipirse ka rêya nexweşxaneya dewletê li ku ye, bawer bikin wê nizanibe. Dema ew qeyûm diçe malên mirovên me li malan lêgerînê pêk tîne. Ew qeyûm bi kîjan malbatê re hevdîtinê bike bi çapemeniyê re parve dike.

‘ME REHÊN XWE BERA HER DERÊ DANE, EM NAÇIN’

Erdogan beg, rabûye û partiya me ji xwe re dike hedef. Ji me re dibêje 'biçin ji van deran.' Li me heqaretkirin ji xwe re wek wezîfeyekê dibîne. Dibêjin 'terk bikin.'  Xwe mîna Maho axa dibîne. Qey dibêjî ev der gund e. Qey tu dibêjî me ji gundê xwe diqewirîne. Ev bajar û ax yên me ne. Me rehên xwe berdaye her devera vî welatî. Divê Serokkomarê welatekî ji welatiyên xwe nefret neke û welatiyên xwe neqewirîne û îradeya bi milyonan mirov tune nehesibîne. Gelek Serokkomar hatin û çûn. Lê Serokkomarê vî welatî rabûye kesên dengê xwe nedin AKP'ê hebûna wan li vî welatî tune dihesibîne. Lê em ew partî ne ku hemû reng û deng û awazên xwe yên azadî û demokrasiyê datînin holê.

Parlamentera vî bajarî hevala me Leyla Guven 117 roj in û hemû girtîgeh di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza wan rewa ye, mafdar e û qanûnî ye. Em, HDP li pey vê daxwaza wan rewa ne.

Bûldan û şandeya pê re piştî Navenda Colemêrgê derbasî navçeya Geverê bûn.