Bûldan: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, qet nayê pejirandin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, qet nayê pejirandin. Di serî de Girtîgeha Îmralî îro Tirkiye hemû di bin tecrîdê de ye.”

Ferasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED (MED TUHAD-FED) bi dirûşma “Ji tecrîtê re na û ji girtiyên siyasî re azadî” 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Otela Demîr a li navçeya Sûrê ya Amedê li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Dîwana Hevserokatiya KCD’ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kes beşdar bûn. Di kongreyê de dirûşm hatin berzkirin.

‘KOMPLO HÊJ DIDOME’

Ji bo dîwana kongreyê endam hatin bijartin û deqîqeyek rêzgirtin pêk hat.

Axaftina vekirinê endama MED TUHAD-FED’ê Leyla Ayaz kir û diyar kir ku spean û zextên di serdema darbeya 12’ê Îlonê îro jî didome û divê partiyên li Meclîsê vê rewşê bigirin rojeva xwe û birêkûpêkkirinên yasayî pêk werin.

Li ser navê Şaxa MED TUHAD-FED’ê ya Stenbolê Mehmet Temîzyuz jî axivî. Temîzyuz radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 15’ê Sibatê de bi komployek navdewletî pêk hat bibîr xist û got: “Komploya li ser birêz Ocalan hêj didome. Heta komplo bi temamî neyê şikandin wê azadî ne were Rojhilata Navîn û ne jî gelê kurd azad bibe.”

‘BÊTEDBÎRÎ BERPIRSIYARIYA ÎQTÎDARÊ YE’

Piştre Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û ewil bal kişand ser karesata erdheja Xarpêtê, aşûta li Wanê û qezaya balafira li Stenbolê û got: “Birpirsiyarê hemû bêtedbîriya ya îqtîdara vî welatî ye.”

‘DI PÊVAJOYEK WIHA DE KONGRE GIRÎNG E’

Bûldan bal kişand ser girîngiya kongreyê û got: “Bi hezaran kes di girtîgehan de ne. Bi awayek dijqanûnî tên girtin. Binpêkirinên mafan her roj qat bi qat zêde dibin. Di pêvajoyek wiha de pêkanîna kongreyê gelek girîng e. Ez bejna xwe li ber hemû cangoriyên di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane ditewînim.”

‘REHÎN GIRTIN WEZÎFEYA AKP’Ê YE’

Bûldan da zanîn ku bi hezaran siyasetmedarên kurd di girtîgehan de ne û “Her kesên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê birêve dibin girtî ne. Dixwazin bi girtîgehan van însanan bêbandor bikin. Vê axê şahidiya gelek sepanên dij mirovahî kiriye. Bedela herî giran li girtîgehan tê dayîn. Em di serdemek ku hemû girtîgeh hatine tijîkirin de derbas dibin. Di dîroka komarê de tu demê ewqas kes nehatiye girtin. Kî AKP’ê rexne dike diavêjin zîndanan. Rehîne girtin wezîfeya AKP’ê ye.”

‘QATIL LI DERV NE’

Bûldan anî ziman ku girtina siyasetmedarên kurd encamên polîtîkaya dijminahiya kurdan e û got: “Yên bêsûc û bêguneh di girîgehan de ne û qatil jî tên berdan û li derve ne.”

‘21 SAL IN TECRÎT DIDOME’

Bûldan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “21 sal in birêz Ocalan bi tecrîdek girankirî re rû bi rû ye. Tecrîta girankirî ji 5’ê Nîsana 2015’an ve didome. Tecrîd bi har awayî hatiye bikaranîn. Ev ne cara ewil e ku em tecrîtê dibînin. Tam 21 sal in tecrît di hundirê tecrîdê de pêk hatiye. Dema ku kêrî karê rêveberên vî welatî tê heyet û siyasetmedaran û parêzeran dişînin û dema kêrî karê wan nayê nahêlin tu kes biçe. Ya ku van hevdîtinan qedand zîhniyeta AKP’ê ye û ev zîhniyet li pêş çavê me ye. 21 sal in heman tişt didomin.

PÊDIVÎ BI AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ HEYE

Birêz Ocalan her dem piştevaniyê daye aştiyê. Ji bo li Rojhilata Navîn aştî ba bibe, her cûre hewldanê pêk aniye. Yên vî welatî birêve dibin her ji bo îqtîdara xwe biparêzin her cûre hevdîtinan asteng dike. Wek ku birêz Ocalan dibêje, pêdiviya vî welatî bi aştî, demorkasî û azadiyê heye.

TIRKIYE DI BIN TECRÎTÊ DE YE

Tecrît sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ji bo girtiyan û malbatên girtiyan yasayên heyî çi be ji bo birêz Ocalan jî heman yasa derbasdar in. Tinehesibandina van yasayan nayê qebûlkirin. Ji bo tecrît were rakirin bi hezaran însan 200 roj bedena xwe dan ber birçîbûnê û rojiya mirinê. Helbet tecrît ne rêbazek qebûlkirinê ye. Divê tecrîd demildest were rakirin. Em carek din dibêjin divê malbat û parêzer biçin hevdîtina birêz Ocalan. Tecrîd tenê bi birêz Ocalan sînorkirî nemaye, tecrît sîrayetî hemû girtîgehan kiriye. Tirkiyte hemû tê tecrîdkirin.”

‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ DEMILDEST WERIN BERDAN’

Bûldan bal kişand ser rewşa girtî û hikumxwaran jî û wiha got: “Îro bi sedan girtiyên nexweş hene. Berdana girtiyên nexweş yek ji xalên pêvajoya çarseriyê bû. Birêz Ocalan tim dibêje divê girtiyên nexweş werin berdan. Em carek din bang dikin divê demildest girtiyên nexweş werin berdan û şert û mercên girtiyan were başkirin û dawî li binpêkirina mafan were.”

‘AZADÎ BI RAKIRINA TECRÎDÊ MIMKIN E’

Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û da zanîn ku azadî rakirina tecrîdê mimkin e.

Endamê MED TUHAD-FED’ê yê Amedê Yûsûf Çakas jî diyar kir ku ew hemû girtiyan silav dikin û xwest ku girtiyên nexweş demildest werin berdan.

Di hilbijartina pêk hat de Hava Ozcan ji bo serokatiya rûmetê ya MED-TUHAD-FED’ê hat bijartin û ji bo Hevserokatiya MED-TUHAD-FED’ê jî Mehmet Temîzyûz û Elîf Haran hatin bijartin.