Bûldan: Li Mûşê em bi ser ketin; lê hîle hatiye kirin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Em zanin ku li Mûşê em bi ser ketine, em qebûl nakin ku mafê me ji destê me bigirin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik diyar kirin, li Mûşê HDP bi ser ketiye, lê AKP'ê hîle kiriye.

SAKIK: DANEYÊN GIRÎNG LI BER DESTÊ ME HENE

Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik anî ziman, hîle û feneke mezin di encamên hilbijartinê de hatiye kirin û diyar kir, wan 5 caran îtiraz kirin, lê îtirazên wan nehatiye qebûlkirin.

Sakik bi bîr xist, namzetê AKP'ê berî ku weke şaredar bê ragihandin û mezbateyê werbigire Walî serdana wî kir, ew pîroz kir û got, ev yek jî nîşan dide bê çiqasî di nava tirs û fikaran de ne. Sakik da xuyakirin, daneyên girîng li ber destê wan hene û got, "Me bi belgeyan pêşkêş kir ku di çend sindoqan de dengên me ji partiyên cuda yên siyasî, ji AKP, yên serbixweyan, her wiha ji Vatan Partîsî re hatine nivîsandin. Me eşkere kir ku dengdana bi rengekî vekirî hatiye kirin, lê ti ji serlêdanên me nehate qebûlkirin. Di hilbijartinên 2014'an de AKP li Agiriyê di rewşa me ya niha de bû. Me jî got, fermo werin meydanê û em ji nû ve hilbijartinê bikin. Deng 14 caran hatin jimartin û di dawiyê de jî em bi ser ketin. Lê li vir tiştekî nakin." Sakik anî ziman, ti ji sedemên wan ên mafdar nayên dîtin û diyar kir, wê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr bidin.

BÛLDAN: HDP'Ê MOHRA XWE LI HILBIJARTINÊ KIR

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî got, "Em tevî parlamenterên xwe Huda Kaya, Garo Paylan û heyetekê li Mûşê ne. Em zanin ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de li gelemperiya Tirkiyeyê hîle û neheqiyeke mezin hatiye kirin. Em zanin ku li gelek bajaran em bi ser ketine. Formula AKP'ê ya ji bo têkbirina HDP'ê ne tenê di kampanya hilbijartinê de hate meşandin, her wiha roja hilbijartinê jî hate meşandin. Li gel vê yekê jî me dît ku stratejiya me ya hilbijartinê bandoreke çawa dike, bi taybetî li rojava. Hebûna HDP'ê û stratejiya wê ya bi hêvî mohra xwe li hilbijartinê xist."

'HDP'Ê DENG KÊM NEKIR; DENGÊN HDP'Ê HATIN DESTESERKIRIN'

Bûldan got, "Niha tê îdîakirin ku HDP'ê li gelek deveran têk çûye. Lê belê me li ti deverê winda nekir. Li her derê dengên me, şaredariyên me hatin desteserkirin. Li Şirnexê 12 hezar hilbijêr ji derve hate anîn ku ji hejmara hilbijêrên bajêr zêdetir e. Di rewşeke wiha de kes nikare bêje ku HDP'ê winda kiriye. Kes nikare bêje ku AKP li Şirnexê bi ser ketiye. Em dixwazin bêjin, di serî de Şirnex li ti deverê me winda nekir, lê îradeya gel hate desteserkirin."

'LI MÛŞÊ HÎLE HEYE'

Bûldan destnîşan kir, heman rêbaz li Mûşê jî tê bicihanîn û got, "Em doh hatin Mûşê. Li gorî daneyên gihîştin ber destê me, bi taybetî li navenda Mûşê cudahiyek ji 538 dengan heye. Hejmara dengên ku nederbasdar hatine hesibandin jî 2449 e. Ev yek nîşan dide ku li vê derê hîle heye. Tevî ku hevalên me dane û belge pêşkêş kirin, ti ji îtirazên HDP'ê nehatin qebûlkirin. Mînak; li bajarokê Kizilagaçê AKP'ê winda kir, Partiya Saadetê bi ser ket, lê îtiraza AKP'ê hate qebûlkirin. Lê li navenda Mûşê û li Malazgîrtê ku tenê bi 3 dengan ferq heye, îtiraza HDP'ê nehatiye qebûlkirin.

Em ji vê derê dibêjin; di serî de YSK; desteyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan di bin fermana AKP'ê de ne. Bi îradeya xwe nikarin biryarê bidin."

Bûldan diyar kir, hem ji bo Mûşê hem jî ji bo deverên din wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin û got, "Ji ber ku em zanin îradeya gelê me yê Mûşê hatiye desteserkirin."

Bûldan got, "Hevşaredarên Mûşê Birêz Sakik û Birêz Genç in."