Bûdak ku 96 ji sedî astengdar e, nehate berdan!

Hasan Bûdak ê 96 ji sedî bedena wî astengdar e, ku bi îdîaya "zebzeyên li bexçeyê xwe çandiye daye PKK'yiyan" hate girtin, dîsa nehate berdan.

Hasan Bûdak ê ji gundê Heridan ê navçeya Pîran a Amedê ye, 96 ji sedî yê bedena wî astengdar e. Bi îdîaya ku zebzeyên li bexçeyê xwe daye PKK'yiyan hate girtin. Rûniştina destpêkê ya doza lê hate vekirin, îro li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Bûdak û parêzerê xwe tevlî rûniştinê bûn.

Bûdak, sûcdarî red kir û îfadeya ku beriya niha dabû dubare kir. Bûdak diyar kir ku ew îtirafkar Ekrem Demîr nas nake û îfadeyên li ser wî daye, qebûl nake.

RAPOR: NIKARE LI GIRTÎGEHÊ BIMÎNE

Parêzer Mehdî Ozdemîr da xuyakirin ku Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl raporek li ser Bûdak amade kiriye û ji bo wî gotiye, "Metirsî ye ku bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne."

Dadgehê biryar da ku nivîsek ji Midûriyeta Şaxê Tipa Edlî ya Amedê re bê nivîsandin û jê were pirsîn bê dikare li girtîgehê bimîne yan na. Dadgehê rûniştin ji bo meha Cotmehê taloq kir.

Dozgeriya Tirk li ser îfadeya îtirafkarê bi navê Ekrem Demîr, dixwaze ku ji 7,5 heta 15 salan cezayê girtîgehê li Bûdak bê birîn.