Botan: Bi azadiya Rêber Apo re wê hemû serketin bibin ên me

"Ev salên li pêşiya me, wê bibe salên ku em Serok Apo di nava xwe azad bibînin û bi hev re bingeha jiyana azad saz bikin. Li ser vî esasî paşeroja azad li benda me ne. Bi azadiya Rêber Apo, hemû serketin serketinên me ne."

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Rengîn Botan derbare plangeriya navdewletî ya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêber Apo û gelê Kurd, ji ANF’ê re axivî.

Rengîn Botan di axaftinan xwe de ev tişt diyar kir;

“Plangeriya navdewletî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kiribû, 19 salên xwe dagirt. Di encama vê planê de Rêber Apo di sala 1999’an de ket bin esaretê. Hêzên navdewletî bi vê planê xwestin ku li ser gelê Kurd, jinên Kurd û gelên demokrat û azadîxwaz kabûsekê bidin jiyîn û rojên tarî li ser wan ferz bikin. Ez hêzên ku tiliya wan di nav vê qirêjiyê de heye, hemûyan şermezar dikim. Di salên 1998 û 1999’an de destwerdanek li ser herêmê hebû. Dixwestin gelên herêmê bera berê hev bidin û li herêmê xwîn were rijandin. Bi vî awayî dixwestin hêviyên civakan ji holê rakin. Ji bo ku di navbera gelê Kurd û gelê herêmê de şerekî bêdawî pêk were, ev plansazî hatibû kirin. Gelek hêz ji bo ku berjewendiyên xwe di herêmê de pêk bînin, pêwistî bi plansaziyeke wisa dîtin. Xwestin ku li gorî daxwazên dagirkeran herêmê dîzayn bikin. Armanca wan ev bû ku gelê Kurd di vê sedsalê de bê statû were hiştin. Di şexsê esareta Rêber Apo de xwestin gelê Kurd di nava qefesekê de were girtin. Armanca wan wisa bû ku têkoşîna gelê Kurd bidin tepisandin û ji holê rakin lê Rêber Apo bi paradîgmaya demokratîk û ekolojîk, li herêmê ji bo civakan projeyên nû saz kir.”

Têkildarî paradîgmaya Rêber Apo, Botan ev tişt da destnîşankirin, “Rêber Apo bi avakirina paradîgmaya nû bersiv da plangeriyê. Ev plangerî têk bir. Têkoşîna Rêber Apo a 20 salan ya di nava şert û mercên esaretê de jî, ji bo valaderxistina plangeriyê ye. Ramanê Rêber Apo heviyê dide civakan û hezeke mezin a berxwedêriyê di herêmê de pêş xistiye. Gelên herêmê di peşengiya jinên Kurd û ciwanên Kurd li ser piyan e. Heqîqeta vê sedsalê ev e ku neheqiya herî mezin çembera ku li derdora Rêber Apo ye. Ger ku di herêma Rojhilata Navîn de jiyanek şîn bibe, her kes pêwist e wateya berxwedêriya jina Kurd û gelê Kurd baş fêm bike. Di vê pêvajoyê de ji bo me sedemeke jiyanê heye, ew jî azadiya Rêber Apo ye. Azadiya tevahiya civakan girêdayî azadiya Rêber Apo ye. Hêzên dagirker pêwist e, vê bizanibin ku di herêmê de derveyî gelê Kurd kesek nikare hesabên dîzaynên nû bike. Gelê Kurd careke din bi destkeftîyên xwe yên herêmê da nîşandan ku kesek nikare gelê Kurd ji nedîtî ve were. Ew jî bersivdayîna ji bo plangerîya navdewletî ye. Gelê Kurd ji bo azadiya Rêber Apo di nava têkoşîn û çalakiyên mezin de ne. Çalakî û serhildanên gel pir bi wate ne. Hêz û têkoşîna me çiqasî bilind be, em ê ew qasî zûtir çembera li Îmralîye têk bibin. Çalakiyên bê navber tên domandin, ev çalakî jî gelek bi nirx û hêja ne, lê bilindkirin û berfirehkirina çalakiyan erkên me yên vê demê ne. Tevahî gelên me di nav çalakiyan da ne, em çalakiyên wan pîroz dikin. Em  weke jin, me hebûna xwe bi Rêber Apo re nas kir, ji bo vê yekê jî yên dêstpekê xwedî li Serokatî derkevin û pewîst e ala têkoşîne bilind bikin, jinên Kurd in. Weke jin derveyî jiyaneke azad a bi Rêber Apo re, wateya tu jiyaneke dîtir ji bo me nîne. Ciwanên Kurd pewîst e di hemû qadên têkoşîne de cih bigirin.

Di dawiya axaftina xwe Rengîn Botan got ku, “Gelê Kurd pewîst e heta ku azadiya Rêber Apo misoger neke, ji kolanan dernekevin. Li hemberî hezên planger gelê me yên ku  li ber ber xwe didin û têdikoşin wan silav dikim. Ev salên li pêşiya me, wê bibe salên ku em Serok Apo di nava xwe azad bibînin û bi hev re bingeha jiyana azad saz bikin. Li ser vî esasî paşeroja azad li benda me ne. Bi azadiya Rêber Apo, hemû serketin serketinên me ne."